KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

pêncşeme, 24/04/25

Ala Kurdistanê

Ala Kurdistanê ku li başûrê Kurdistanê fermî û carna jî li bakur û parçeyê din ên Kurdistanê tê bikaranîn ji sê zeviyan pêk tê û li ser wan sê rengan jî tava rojê heye.

Ala Kurdistanê ji sê zevîyan pêk tê. Zevîya li jor sor e, navîn spî ye û jêr jî kesk e. Li jêr tu dikarî dirêjî û firehîya alaya kurdistanê bîbîne. Dirêjî ji firehî 3/2 mezintir e. Dirêjî 90 cm bibe, firehî jî 60 cm dibe.

Sîmbola ala kurdistanê ji tava rojê (tav) bi rengê zêr û zer pêk tê. Ew di zeviya hundir di navîn da ye. Stêrka tava rojê ji 21 baskan pêk tê. Ev stêrka bi 21-baskan nîshana NEWROZÊ e. Newroz cejna neteweyê kurd e.

Ji dirêjî û firehîya alaya kurdistanê (3/2) dîsa tava rojê li ser zevîya navîn ya bi rengê spî hundir da bi gilovera

stêrkê 0,5 bilind e û bi baskên stêrkê jî 1.0 bilind e. Li jêr binêre.

Tava Rojê di navenda alê da cîhê xwe digire. Li jêr binêre û bibîne.

Dîsa gerek stêrka tavê ya bi 21 baskan di navendê da be. Li jor tu dikarî bibîne, baskek stêrkê tuj rava dike û li jêr jî navend di nav du baskên stêrkê da derbas dibe.