KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

îne, 24/04/26


Ey Reqîb

Ey Reqîb helbestek e ku ji aliyê helbestvan Dildar ve di sala 1946 de hatiye nivîsandin. Ey Reqîb bi soranî ye, lê piştre hat wergerandin bi kurmancî. Ev helbest di sala 1946 an de dema Komara Mahabadê tê saz kirin, dibe sirûda (marşa) vê komarê û heta niha jî wek marşa Kurdan ya neteweyî tê bang kirin.





Dildar (1918-1948) yek ji wan helbestvanê navdar e li Kurdistana Iraqê. Navê wî yê rastîn Yunis Rauf e, wek gelek nivîskarên kurd wî jî, ji xwe re naznavek dîtiye: Dildar, bi salan bi vî navî ve hatiye naskirin. Dildar di sala 1918an de li bajarê Koye (Koysancax) hatiye dinê. Dibistana pêşîn li Raniyê, dibistana navîn jî li bajarê Erbîlê di sala 1935an de qedandiye. Piştî xwendina navîn ew diçe bajarê Bexdayê li wira zanîngeha dadimendiyê diqedîne, çend salan wek awukat kar dike. Di van salan de dest pê dike doza xizan û belengazan diparêze, li dijî neheî û zordestiyên li welêt û li derveyî welêt dengê xwe bilind dike. Ji aliyê din mijûliya wî ya li ser edebitata cîhanê û rohilatê zêdetir dibe, dîroka Yunan, Fransê, Tirkiyê û edebiyata van welatan gelek bala wî dikşîne. Li şûna awûkatiyê, ew wek warê xebatê ji xwe re helbestvaniyê hildibjêre. Di helbesivaniya Dildar de tema here balkês, bêguman tema welatparêzî û janên mirovatiyê ne. Kurdistan bûye kakilê tema efrandinên wî, bi taybetî helbestên wî yên bi navê Ey Reqîb û Kurdistan ji helbestiyê derketine, li ser zar-zimanê gel wek kilam-stran jîndar mane. Bi taybetî helbesta wî ya bi navê Ey Raqîb di nav gel de gelek belav bûye, wek straneke popûler hatiye nas kirin. Di dawiyê de, ev helbesta di sala 1946-an dema Komara Mahabadê tê saz kirin, dibe marşa vê dewletê û heta niha jî wek marşa kurdan ya neteweyî tê bang kirin. Di salên şerê Cihanê yê Duwemîn de helbestên Dildar li ser bingehekî gelek demokrat û mirovhez tên nivîsîn. Dildar ji aliyê din di bin bandûra edebiyata Fransî de jî maye, ji helbestên La Fontaine, La Martine wergerandiye zimanê kurdî.

Çend kurteçîrok jî nivîsîne û di kovara Gelawêj de hatine weşandin, ji wana çend heb jî wek destnivîsar mane. Dildar di sala 1948-an de, dema ku dikaribû gelek berhemên mayîn pêşkêşî gel bike, di dawiya mirineke bêwext diçe rehmetê. Lê belê berhemên wî wek Ey Reqîb îro ji sînoran derbas bûne û wek efrandinên nemir di nav gel de belav bûne û dijîn.



Ala Kurdistanê

Ala Kurdistanê ku li başûrê Kurdistanê fermî û carna jî li bakur û parçeyê din ên Kurdistanê tê bikaranîn ji sê zeviyan pêk tê û li ser wan sê rengan jî tava rojê heye.

Ala Kurdistanê ji sê zevîyan pêk tê. Zevîya li jor sor e, navîn spî ye û jêr jî kesk e. Li jêr tu dikarî dirêjî û firehîya alaya kurdistanê bîbîne. Dirêjî ji firehî 3/2 mezintir e. Dirêjî 90 cm bibe, firehî jî 60 cm dibe.

Sîmbola ala kurdistanê ji tava rojê (tav) bi rengê zêr û zer pêk tê. Ew di zeviya hundir di navîn da ye. Stêrka tava rojê ji 21 baskan pêk tê. Ev stêrka bi 21-baskan nîshana NEWROZÊ e. Newroz cejna neteweyê kurd e.

Ji dirêjî û firehîya alaya kurdistanê (3/2) dîsa tava rojê li ser zevîya navîn ya bi rengê spî hundir da bi gilovera

stêrkê 0,5 bilind e û bi baskên stêrkê jî 1.0 bilind e. Li jêr binêre.

Tava Rojê di navenda alê da cîhê xwe digire. Li jêr binêre û bibîne.

Dîsa gerek stêrka tavê ya bi 21 baskan di navendê da be. Li jor tu dikarî bibîne, baskek stêrkê tuj rava dike û li jêr jî navend di nav du baskên stêrkê da derbas dibe.