KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » kanûn/berfanbar » 2 » 100 sal berê keştiyek bi navê KURDISTANÊ çû Scillyê
17:47
100 sal berê keştiyek bi navê KURDISTANÊ çû Scillyê
Sed sal berê, hê dewletek bi navê Komara Tirkiyeyê tunebû, keştiyek ji Manchesterê ber bi giravên Scillyê ve diçû noqî binê avê bû. Navê wê keştiyê Kurdistan bû.

Îro Kurdistan peyveke ku derdora wê bi qedexeyan pêçayî ye, 100 sal berê wekî navekî dabûn keştiyekê. Drameke ku li Plougerneau, li herêma Brotonya ya Fransayê hatiye jiyîn û trajediyeke ku her kesî jibîr kiriye, 100 sal paşê dîsa derket rûkala dinyayê. Li vê derê keştiyek noqî bin avê bû û tenê şopek ji vê yekê ma, ew jî kêlek gora ya bi xaç e.

Li ser xêç ev yek heye; " Ev xaç wekî nîşana minêdariyê ya Malbata Nezou kur ê dabû şirketa Londra ya Îngilîz û cezayiriyan biçikîne, ji bo bîranîna kaptan, serbaz, muretebat û rêwiyên keştiya bi navê Kurdistan ku di 21’ê Cotmeha 1910’an de, û di heman demê de 17 cezedên ku hatibûn peravê û şêniyan ew dabûn hev e.”

Nîşana xaç ji ber çavan dûr li ser xakeke şexsî ye. Lê belê tiştên kul i ser xaç nivîsandî 100 sal paşê bala endamên komeleya dîroknasên herêmî ya Karreg-Hir’ê li Brotonyayê kişand. Bi boneya salbegera noqbÛna keştiyê, komeleyê di rojnameya Le Telegrammeyê de bang li hemû kesên ku haya wan bi awayekî ji noqbûna vê keştiyê heye kir û ew vexwend.

Ji bilî nivîsa li ser kêla gorê tu agahiyeke mîsoger derbarê vê bûyerê de nîn e. Sedema qezayê, ciyê bûyerê, hejmara miriyan, kesên filitîne, encamên wê… Tu tişt… ne ji herêmê ne jî bi bi nivîskî kes tu tiştî nizane…

Keştî di 16’ê Nîsana 1096’an ji bo şirketa li welatê Galiyan ku navenda wê li Swanseayê bû ku bi navê Îngilîz-Cezayir Steamship Co. Ltd. hate çêkirin. Li gor agahiYên ku dirojnameyên wê demê de cî digirin keştiya Kurdistan ku ji aliyê kaptan MannÎngs ve Tê bi rêvebirin di ser Marsîlyayê re ji bo ku biçe Basrayê ji Manchesterê di 14’ê Cotmehê de bi rê ket. Divê keştî li dor 28ê Cotmehê rêwiyên xwe ji Martsîlyayê bar bikiria.

Li gor hejmara New York Timesê ya di 6ê Mijdara 1910’an de, 2 kesên ku ji keştiyê filitîne di 5’ê Mijdarê de xwe gihandine giravên Kanaryayê. Tê qalkirin ku keştî beriya ku xwe bigihîne giravên Scillyê bi 60 mÎlan di Deryaya Manşê de noqî bin avê bûye. 2 kesên ku filitîne jî, beriya ku keştî binav bibe ketine qeyika biçûk a ku 10 kes lê siwar bûne. 26 saetan paşê keştiyek bayê ya bi navê Vincent a îngilÎzan qezezade girtiye û li vapûreke bi navê Santa Ursula ya elmana bar kiriye û şandiye giravên kanaryayê. 8 kesên din an di encama teqînekê de an jî di avê de fetisîne û mirine. Li gor rojnameya Brisbane Courier jî di 7’ê Mijdara 1910’an de di keştiya ku noqî binê avê bûye de 46 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 kes xelas bûne.

Di nava rêwiyên keştiyê de Kurd jî hebûne yan çima navê keştiyê Kurdistan bûye nayê zanîn lê belê ev keştî bi navê Kurdistan beriya dewleta Tirk ku îro Kurdistanê qebûl nake hebûye. Hemû agahiyên din ên derbarê keştiyê piştî ku hate ji bîrkirin îro li benda derxistina rûkala dinyayê ye.

ANF NEWS AGENCY
Category: Welatê me | Views: 465 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]