KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » kanûn/berfanbar » 8 » 3. Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Romayê
19:48
3. Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Romayê
Li Peytaxta Îtalya Romayê 3’yemîn Mîhrîcana Fîlmên Kurd a Roma'yê sibehê dest pê dike.

Mîhrîcan, bi pêşengiya komeleya Europa Levanteyê tê lidarxistin û tevî wezareta çandê ya eyaleta Romayê û gelek saziyên cûda jî piştgirî didin.

Di mîhrîcanê de filmên wekî 'Zara', 'Dema Tuyan', 'Keçên Dêrsimê yên wenda', 'Evdalê Zeynikê' werin pîşandan.

Her weha wê filmên derhenêrê Kurd Bahman Gobadî yên weke ‘Nîvê Heyvê’, ‘Kîso (kusî, şikêvlotuk) jî Difirin’ jî dê bên pîşandan.

Di mîhrîcanê de derbarê mafê mirovan û sînemayê de semîner jî pêk werin.

Di mîhrîcanê de pêşengeha wêneyan a bi navê 'Rûyên Kurdistanî' ya rejîsor Afat Baz jî tê nîşandan.

Mîhrîcana ku wê sibe li Sînemaya Aqua ya nû demjimêr 17:00’ê dest pê bike, wê 3 rojan dewam bike. ji ANF
Category: Berhem | Views: 367 | Added by: KDoz | Tags: Sînema, kîno, cinema | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]