KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » cotmeh/kewçêr » 31 » 5 Pirtûkên Kurdî li Erebistana Siûdî hatin dîtin
15:35
5 Pirtûkên Kurdî li Erebistana Siûdî hatin dîtin
Endamê fetweya Herêma Kurdistanê Mihemed Elî Qeredaxî, li bajarê Medîne/Erebistana Siûdî çend berhemên kevn yên nivîskarên kurd peyda kir. Li gor malpera Ewqaf û Karûbarên Ayînî, tê diyarkirin ku yek ji wan berheman bi navê "Nefse mesdûr beyne yedey sidûril sidûr” ji aliyê Şêx Hesen Berzencî ve hatiye nivîsandin. Herwiha malper dibêje berhemeke din bi navê "Mirah el-Cemal” ya Îdrîsî Bedlîsî bi zimanê Farisî nivîsiye û bi xetê wî ya destan e. Herwiha pirtûkeke wî ya din bi navê "Abaw en mewaqi’ el- webaw.”

Li gorî çavkaniyê berhemê çarem dîwanek ya helbestê ku 500 sal berî niha yê helbestvan Şah Nîimetûlah Welîh e. Ya pêncem jî "Şerh el-Terîqe we tibyan el-Heqîqe” ji danîna mela Mihemed kurê mele Ebûbekirê Soranî. ji ANF
Category: Berhem | Views: 416 | Added by: KDoz | Tags: Başûr, Kurd, Siûdî, Erebistan | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]