KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » mijdar/sermawez » 29 » 9. Festîvala çîroka bajarê Bane destpêkir
18:39
9. Festîvala çîroka bajarê Bane destpêkir
9. Festîvala seranserî ya Çîroka Bane ku girîngtirîn festîvala edebî di warê wêjeya dastanî de ye, roja 7 ê Sermawezê, bi beşdariya hejmarek ji nivîskarên seranserê Îran, Kurdistana Îranê û Kurdistana Îraqê li bajarê Bane destpêkir.
Festîvala han di sê beşên çîrok, gotar û çîrokên zarokan de bi du zimanên Kurdî û Farsî birêve diçe û têde 36 çîrokên Kurdî, 36 çîrokên Farsî, 7 çîrokên Farsî û Kurdî ên zarokan û 4 gotar dê têde bihên pêşkêşkirin.
Hêjayî gotinê ye ku festîvala seranserî ya Çîroka Bane bi hewl û xebata nivîskar û çîroknivîsên civata edebî ya Banê birêve diçe.
Category: Berhem | Views: 432 | Added by: KDoz | Tags: BANE, Bajar, Kurdistan, Rojhilat | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]