KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » hizêran/pûşper » 27 » Amedî xwe amede dikin ji bo Roj TV dakevin kolanan
20:10
Amedî xwe amede dikin ji bo Roj TV dakevin kolanan
Li Amedê ji 1’ê Pûşperê ve ji ber avêtina parazîtan û şikandina sînyalan ya li hember weşanên Roj TV’ yê, temaşevan nikarin temaşey Roj TV’î bikin.

Ev demeke li navçeyên Amedê Farqîn, Erxanî, Çinar, Lîcê, Şankuş û Pîranê li weşanên Roj TV’î nayê tameşekirin. Welatiyên ku difikirîn di antelên wan de xirabî heye û çûyîn gel tamîrxanê, diyarkirin ji bo pirsgirêkê çareserî nedîtine.

Amediyên ku diyarkirin bi taybet piştî zêdebûna oparasyonan, di demjimêra nûçeyan de weşanên Roj TV bi temamî tên birîn û gotin dixwazin dengê Roj TV’i yê bibirin.

Mehmet S. yê 25 salî ku li navenda navçeya Surê ya Amedê dirûne diyarkir, ji ber temaşeyî televîzyonê nakin agehî ji pêşveçûnan nagirin û wiha berdewam kir, "Ev nêzî meheke, em temaşey Roj TV nakîn. Berê de di dema nûçeyan de weşan dihat astengkirin, lê me temaşey bernameyên din yên çand-hûnerî dikir. Piştî zêdebûna oparasyonan em ketine rewşek ku êdî nikarin temaşe bikîn.

Mehmet S. nerazîbûn nîşanî astengiyên li hember Roj TV da û got, "Tinê ji bo ku ez temaşey Roj TV bikim ez çûm min dû çanak anî. Ger bê xwestin ezê 4 çanak jî bênim. Lê ev kar wisan nayê çareserkirin. Niha ez vê wek êrîşek li hember regezên çapemenî, qanûnên Yekitiya Ewrupa û azadiya raman difikirim. Ez wek welatiyek Kurd dixwazim temaşey televîzyona xwe bikim. Ji bo sînyal bi dawî bibin bê xwestin ezê pankart li pencereya mala xwe hilawisim. Ez daxwaz ji gel dikim xwedî li televîzyona xwe derkevin”.

Hinek welatiyên ku em li Amedê li gel axivîn diyarkirin, ji bo protestokirina ‘terora sînyalan’ ya li hember Roj TV bê xwestin emê derkevin kolanan û çalakî li dar bixin.

Amediyan gotin, "Televîzyona gelê Kurd ne bêxwediye, Dewleta Tirk bi van astengiyan xwe bi xwe rezîl dike, ger wisan berdewam bike emê derkevin kolanan û çalakî li darbixin” û daxwaz kirin demek ji ya din zûtir, dewlet ev astengiyên li hember Roj TV’i yê bi dawî bike.
Category: Welatê me | Views: 452 | Added by: Azad2009 | Tags: Roj tv, tv, serhildan, Amed | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]