KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2011 » çile/rêbendan » 6 » Apê Adîk stranbêjê navdar ê herêma Efrînê
14:02
Apê Adîk stranbêjê navdar ê herêma Efrînê
Dengê Kurdaxê, destxweşê Tenbûrê dengbêjê bi navê rastî "Hesen Adîk", ku bi navê "Adîk bavê Henan" dihate naskirin û bi vî navî jî dengdabû di sala 1907 jidayik bûye. Di warê nejibîrkirina stran û çanda Kurdî de, rolek mezin lîst. Stranên Kurdî ên gelerî ji windabûnê parast. Adîk li herêma Efrînê xwedî navek mezin bû, ku bêtirî 70 salan stranên mîna Mem û Zîn, Cebelî, Teyar, Derwêşê Evdî û Edulê gotine. Bavê Adîk di jiyana xwe de tenbûr çêdikirin û jiyana xwe berdewam dikir. Li amûrên weke tenbûr, bilûr û kemanê dixist.

Li gor hin kesên ku nêzî wî, bavê Adîk gotiye ku ew di sala 1907 çêbûye û şoreşa Şêx Seîd (13.02.1925) komkujiyên Kemaliyan a sala 1925 jiyaye.

Adîk bavê Henan tevî şahiyên Newrozê, ên herêma Efrînê dibû û ji gelek hunermendan re jî li tenbûrê daye, weke dengêjê Efrînê (+ 10.03.1934 Serîncekê - 19.09.1989 Heleb) û denbgbêj Bavê Selah (Ebdulrehman Hembaso).

Apê Adik di 1.06.2007 di sed saliya xwe de çû ser dilovaniya xwe. Bi beşdarbûna hejmareke mezin ji nişteciyên gundê Kora li herêma Çiyayê Kurmênc û derûdora wê pêr hunermend Adîk hate binaxkirin.

(Çavkanî: facebook û wîkîpedîa; Wêne: facebook)









Category: Navdarên Kurd | Views: 743 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]