KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

pêncşeme, 24/05/16
Main » 2010 » eylûl/rezber » 26 » Atalay diçe Sûrîye û Îranê, şêwirmendê MÎTê jî diçe Hewlêrê
13:06
Atalay diçe Sûrîye û Îranê, şêwirmendê MÎTê jî diçe Hewlêrê
Wê şêwirmendê MÎT’ê Hakan Fidan piştî gera xwe ya DYA’yê biçe Hewlêrê. Her wiha wê Wezîrê Navxweyî yê Tirk Beşir Atalay jî di demek nêzîk de biçe Hewlêrê. Hefteya derbasbûyî jî balyozê mezin yê Tirkiyê yê Iraqê Murat Ozçelik li Hewlêrê bi rayedarên kurd re hat cem hev.

Hat diyarkirin ku Ozçelik jibo bingehê serdana Atalay û Fidan amade bike li Hewlêrê bû. Wê piştî Ozçelik Musteşarê MÎT’ê Hakan Fidan jî biçe serdana Hewlêrê.

ANF ragihandin ku wê Fidan di nava yek-du hefteyên din de bi rayedarên sereke yên Herêma Kurdistanê re, di derbarê PKK’ê de hevdîtin pêk bîne. Li gorî agahiyan, jibo Fidan hemû civanên hevdîtinên bi rayedarên kurd re amade ne.

Her wiha, Wezîr Navxweyî yê Tirk Beşîr Atalay jî dabû diyarkirin ku dibe ew jî biçe Hewlêrê. Wezîrê Tirk Atalay gotibû ku ew ê di demek nêzîk de biçe Sûriye û Îranê û bi wezîrên navxweyî yên her du welatan re hevdîtin pêk bînin.
Category: Welatê me | Views: 423 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]