KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 24/05/08
Main » 2011 » nîsan/avrêl » 19 » 'Avahiya kenala Peyam hatiye dorpêç kirin'
15:10
'Avahiya kenala Peyam hatiye dorpêç kirin'
Birêveberê Kenala Peyam Farûq Alî ragihand ku 2 hêzên çekdar ên dijî terorê û asayişê derdora avahiya kenalê girtine.

Ajansa AKnewsê ragihand ku birêvebeê Kenalê got: 'Îro, danê sibê hêzekî çekdar nêzîkî 12 otomobîlên camtarî, ku cilên reş li wan e û bi hêzên dijî terorê tê naskirin, derdora avahiya kenala me dorpêç kirin.'

Alî xuya kir ku piştre ew hêz çûn û nêzîkî 200 çekdarên hêzên
asayişê bi dûrahiya nêzîkî 200 mitirî derdora avahiyê girtin.

Alî axaftina xwe wiha domand, "Xelkê bajarê Silêmaniyê wek dîwarekî mirovî derdora avahiya kenalê girtine bê ku em ji wan bixwazin û ew li ser îradeya xwe ew helwesta ciwan nîşan dane.”

Kenala Peyam bi ser Komeleya Îslamî ya Kurdistanê ye ku yek ji partiyên dijbereyê ye li Herêma Kurdistanê.
Category: Welatê me | Views: 468 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]