KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 24/05/15
Main » 2010 » eylûl/rezber » 26 » Avakarê JÎTEMê: "Me Serê PKK'yiyekî 3 hezar lîre distandin"
13:24
Avakarê JÎTEMê: "Me Serê PKK'yiyekî 3 hezar lîre distandin"
Avakarê JÎTEM'ê û bersûcê çeteya Ergenekonê Arîf Dogan ji rojnameyek tirk re axivî û derbarê kirinên JÎTEM'ê yên gemar agahiyên balkêş dan. Dogan dubare îtîraf kir ku JÎTEM ji aliyê wî ve hatiye avakirin. Dogan got: "Min ferman ji Velî Kuçuk digirtin. Lê piştî ku ez carekê çûm cem wî, min fêm kir ku êdî derdê wî pere ye û lewra min êdî ew guhdarî nekir."

EZ NE POŞMANIM MIN JÎTEM AVAKIRÎ

ANF ragihand, ku Dogan bê ku bikeve nava fikarê hebûna JÎTEM'ê qebûl kir û ji bo ku wî avasaziyeke bi vî rengî li hemberî PKK'ê ava kiriye jî pesnên xwe dan. Dogan ev gotinên balkêş anîn ziman: "Tu caran poşman nebûm ku min JÎTEM ava kiriye. Ez hejmara PKK'iyên ku min kuştîn nizanim."

SERÊ GÊRÎLLAYEKÊ 3 HEZAR LÎRE DISTANDIN

Dogan gotinên xwe yên sosret ku bi kîn û nefreta li hemberî kurdan dagirtîne wiha domandin: "Tu derdekê me yê destûr û sînoran tunebû. Ji bo me hemû rê digihijtin Enqereyê. Kengî me dixwest me dikarî biçin her derê. Ji bo her PKK'iyekê ku me dikuşt, me 3 hezar lîra digirt. Heta me carna zilamên xwe dişandin nav PKK'ê û wan dem dem agahî ji me re dişandin. Kuştina gerîliyan ji bo gelek kesan bûbû deriyê debarê û rantê."

ARÎF DOGAN KIYE? Di sala 1945'ê de li Kirikhana Hatayê hate dinyayê. Di 1971'ê de ji bo midûrtiya îstîxbaratê ya Trabzonê hate tayînkirin. Dema di sala 1985'yê de di Fermandariya Giştî ya Cendermeyan de peywirdar bû, Fermandariya Gruba Îstixbaratê ya wekî JÎTEM tê zanîn ava kir û 7 salan serokatiya wê kir. Di hilbijartinên 1998'ê de ji DYP bû namzetê parlementeriyê û qezenc nekir. Herî dawiyê ji doza Ergenekonê hate girtin.


Category: Welatê me | Views: 395 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]