KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » tîrmeh/temûz » 11 » Berhema Ferhad Merde " Hin ez wekî xwe me Heval"
15:47
Berhema Ferhad Merde " Hin ez wekî xwe me Heval"

bi berhema xwe ya nû ya bi navê "Hîn ez wekî xwe me Heval" Ferhad Merde derdikeve pêşberî hezyarên xwe.
Ferhad Merde, der barê xebatên xwe de ji "Azadiya Welat" re di hevpeyvînekê de diyar kir ku di temenê xwe yê biçûk de dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Merde, anî ziman ku di pola 9’an de  helbesta xwe ya yekemîn nivîsandiye û wiha got: "Dema ku ez diçûm dawetan û stranên ku hozanan digotin, ji mûzîkkê zêdetir min guhê xwe dida stranên wan bê ka ew çawa dibêjin. Di wê demê de piranî gotina stranên evîndarî bûn, min jî dest bi nivîsandina helbestan kir. Cara yekemîn  dengbêjek helbesta ku min nivîsandibû got û ez gelek keyfxweş bûm. Bi rengê klasîk min digot. Piştre hêdî hêdî di nava tevgera azadiya gelê kurd de min hinek şahadet dît, xweşî û nexweşî gelek milên wî hatin jiyîn û bê guman guhertin di helbestên min de jî çêbûn."

ÎLHAMA  MIN SEROKE

Merde, bandora helbestvanê kurd a li ser xwe jî anî ziman û destnîşan kir ku helbestvanê kurd Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj bandoreke mezin li ser wî çêkiriye. Merde bal kişand ser bandora Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û wiha got: "Her çiqas bandorek ji helbestvanên kurd ên navdar çêbûbe jî  min gelek gotin  ji dayika xwe girtiye. Weke çarçoveya me ya jiyanê jî, bajarê Qamişloyê ye. Li wê derê huner gelek li pêş e. Bi taybetî di nava şoreşê, hinek milan de tiştên ku me wate dayê hene. Lê îlhama herî mezin min ji Rêbertiyê girtiye. Parêznameyê Rêber Apo li ser min gelek bandorê  kir û piranî jî me îlham ji gotinên Rêbertî girtin. Dîsa di nava hevalan de û weke din jî hinek caran dema mirov dikeve nava gel jî di hinek milan de mirov ji wan îlhamê digre."
Merde, da zanîn ku ji sedan zêdetir helbestên wî hene û berhemên ku klîpên wan çêkirine wiha rêz kir: "Di desetpêkê de li Sûriyeyê me klîpa strana bi navê ‘gulfiroş’ çêkir. Li derveyî wê ji deh klîpên min hene. Hinek ji van bi CD’yan  hatine belavkirin. Ev helbest bi navê Gulfiroş, Kuriko, Ruha, Axîn, Ji min bipirsin, Wey dinyayê, Gazin, Evîn. Ev helbest klîp ji wan re hatine kişandin. Di şahiyan de hatine belavkirin. Lê ji TV’iyê re nehatine şandin.

Bi giştî min 450 helbest  nivîsandine."
Merde, bal kişand ser rol û mîsyona helbestvanan a di guhertina civakan de û ev nirxwandin kirin: "Hunermend, di guhertin û veguhertina civakan de xwedî bandorek gelek mezin e, her tim rastiya civakan û şaşîtiyên wê tîne ziman. Tê xwestin ku tu rastiya civaka kurdan hemû caran bidî ber wê, ji ber ku têkoşîna azadî û demokrasiyê bi salan e rû bi rûyê  êrîşên gelek kirêt û hovane tê. Ji bo wê jî tiştê ku dijmin bi serê me kiriye û dike tîne ber çavê mirovan. Di serî de helbestvanên ku derketine, weke Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Seydayê Cegerxwîn û Seydayê Tîrêj ev rastî û êşa gelê Kurd, hemû bi hunera xwe anîne ser ziman û di civaka xwe de bûne xwedî bandoreke gelek mezin. Helbestvan ew e ku tiştê ku dijî  bikaribe bi hunera xwe vebêje. Helbestvan, hinek caran tişta ku pê rabûye û pê re dijî ye jî. Ya esas jî hezkirina jiyanê ye. Ger mirov ji erdnîgariya xwe hez bike, gelê xwe nas bike, mirov dikare helbest binivîsîne.

Ji bo helbestvanekê xîtabet gelek girîng e. Deng û dîtbarî hinek ketiye pêş. Dibe ku beşên xwendekar bixwînin, lê beşeke civakê jî heye girîngiyê nade xwendinê, ji bo wê jî dîtbarî roleke girîng dilîze."

EVÎNDARÊ AZADIYÊ ME
Helbestvan Merde, di der barê nivîsandina helasta nû de jî bilêv kir ku demek berê nameyekê  ji wargehên azad girt û wiha dom kir: "Min ji bi hestên dagirtî bi sergotara ‘Hîn ez wekî xwe me Heval’ bersiv daye vê nameyê. Tiştê ku li min hatiye zêdekirin evîndariya azadiyê ye. Ji xwe ez evîndarê azadiyê me. Gelek caran tê gotin ku tu hatiye guhertin. Di nameya xwe de wek bersivek jê re tê dayîn. Bes ev hemû di nameyekê de tê ziman.”
Merdê, derbirî ku dê klîpa wî ya nû dê di nava hefteyekê de bigihêje destê hezkiriyên xwe û wiha lê zêde kir: ‘‘Kişandina kamerayê xelas bû, tenê montaja wê maye. Em li benda derfetên  montajê ne, ger derfet hebin di hefteyekê de wê xelas bibe.’’Merde, daxuyand ku ew tenê helbestan nanivîsîne û xebata bi zarokan re jî wiha rave kir: ‘‘Ev xebata zarokan hem bi rengê şano , hem jî bi rengê Kurte filman  jî xebat hene.


Ferhad Merde | Evîn


Ferhad Merde | Gazin

Category: Hevpeyvîn | Views: 679 | Added by: KDoz | Tags: Ferhad Merde, Helbest, Gazin, Evîn | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]