KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » hizêran/pûşper » 22 » Birayên kozikê
20:50
Birayên kozikê
Erdogan ku di her axaftina xwe de pesnên xwe didan ku wî Artêşa Tirk a parêzvaniya çeteyên şer dike aniye ser riya rast, li ber Başbug di kozika şer de çokda rûniştin. Fermandarekî Hêzên Pêşmergeyan diyar kir ku dê Tirkiye operasyonekê li dijî başûrê Kurdistanê li dar bixe. Heman fermandarî diyar kir ku yekîneyên leşkerî yên Artêşa Tirk ên ku ji berê de li nava xaka başûrê Kurdistanê, ango li Amêdî, Bamernê, Kanîmasî û Şêladiza ne, ji bo operasyonekê ketine nava liv û tevgerê.

Her ku diçe Artêşa Tirk leşkeran vediguhêze ser sînorê başûrê Kurdistanê, ev veguhestin û tevgera leşkerî gel û rayedarên başûrê Kurdistanê jî bêzar dikin. Fermandarekî Pêşmergeyan diyar kir ku leşkerên Tirk yên ji berê de li nava xaka Kurdistanê ne, ji bo amadekariyên operasyonekê de ne.

SERDAGIRTIN PÊKAN E
Fermandarekî pêşmergeyan ku nexwest navê xwe bêje, ji malpera Aswataliraqê re axiviye. Fermandar diyar kir ku dê Artêşa Tirk li dijî başûrê Kurdistanê operasyonekê pêk bîne. Li gorî nûçeyê, tê îdiakirin, dê operasyon di nava çend rojan de dest pê bike. Her wiha, hat ragihandin ku Artêşa Tirk carinan dikeve xaka başûrê Kurdistanê û bi balafirên şer jî êrîşî Herêma   Kurdistanê dikin.

YEKÎNEYÊN TIRKAN
Heman çavkaniyê diyar kir, ku hêzên leşkerî yên Artêşa Tirk yên ku ji berê de li Herêma Kurdistanê ne, ango li Amêdî, Bamernê, Şêladiza û Kanîmasiyê, ji bo operasyonê di nava liv û tevgerê de ne.

HELWESTA HIKÛMETÊ
Berdevkê Hikumeta Kurd Kawa Mehmûd jî ji rojnameya Aso re axivî û diyar kir, ew ji ber topebarana Artêşa Tirk bêzar dibin. Mehmûd ragihand, ger operasyon berdewam bikin ew ê bikevin nava hewldanên dîplomatîk û helwesteke cuda nîşan bidin.
YAWERÎ ÇI GOT?
Berdevkê Wezareta Pêşmerge, Cebar Yawer jî ji Aknewsê re axivî û diyar kir, di vê operasyon ji bo rojekê pêk bê. Yawer got; "mafê pêşmergeyan heye ku sînorên Herêma Kurdistanê biparêzin.” Li aliyê din, çavkaniyên ku êrîşa Artêşa Tirk a ji bo Zapê jî ji nêz ve şopandî tînin ziman ku dersînorbûna Artêşa Tirk dê bibe sedemê pevçûnên giran û dema Artêşa Tirk zêdegaveke bi vî rengî bike dê bedeleke giran jî bide.

‘Welatê Serokwezîrê wî çokdayî’

Nivîskar Nazim Alpman di quncikê xwe yên InternetHaberê de ev wêneyê Erdogan şîrove kir û sernavê ‘Welatê Serokwezîrê wî çokdayî’ avêt.
Alpman di nivîsa xwe de wiha got: "Ev wêneyê Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan ê li çiyayên Colemêrgê hatiye kişandin, di heman demê de wêneyê siyaseta Tirkiyeyê ye… Ligel Serfermandar Îlker Başbug li Gareyê di kozikê de çok daye, bi awirên xembar li dûr dinêre. Vî pozê Erdogan ev pirs anî hizra her kesekî ku li vî welatî dijîn: Em ber bi ku ve diçin?
(…)
Bi tunehesibanda PKK’ê, daxistina pirsgirêk a asta pirsgirêka ewlehiyê dîwarekî mezin nijinand. Nazli Ilicak vê sibehê (duh) di televîzyona HaberTurkê de wiha got:
- Dibe ku bi PKK’ê re hevdîtin çêbibe, heta divê çêbibe!
Divê cerebeyên 41 salan ên Kevnemuşteşarê Rêxistina Îstîxbaratê ya Neteweyî (MÎT) Cevat Oneş li ber çavan bên girtin û gotinên wî baş bêne nirxandin. Ji Neşe Duzela Tarafê re dibêje:
-PKK lingê duyemîn ê pirsgirêka kurd e. Çareserî ancax bi çekdanîna PKK’ê mumkûn e. Ji bo vê Abdullah Ocalan û Qendîl jî di nav de, divê bi her kesî re bê axaftin!
Tu kes nikare ji Cevat Oneş re bêje ‘Neyarê Tirkiyeyê ye’.
Mumkûn e ku bê gotin; di nava hewldaneke aqlê-selîm de ye…
Herî zêde jî pêdiviya Erdogan bi vê yekê heye. Lewre wêneyê ku di kozikê de dayî dilveker nîn e.
-Welatê Serokwezîrê wî  çokdayî!”
Vî wêneyê Erdogan wêneyê Kevneserokwezîr Tansu Çîllerê yê bi bereyê Tîmên Taybet kişandî anî bîra me. Wisa dixuyê ku pirsgirêka kurd dê Erdogan jî bişîne cem Tansu Çîllerê

Category: Welatê me | Views: 536 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]