KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2011 » adar/avdar » 31 » Boykota "Sonda me" hate destpêkirin
21:13
Boykota "Sonda me" hate destpêkirin
Kampanya boykot kirina "sonda me" ji Hevserokê BDP, Selahedîn Demîrtaş,  hate destpêkirin. "Sonda me" di dibistanên Tirkiyê de bi zarokan didin xwendin.

Jiber ku ev sonda han bi keça Demîrtaş hate xwendin dan, Demîrtaş ev kampanya da destpêkirin û nerazîbûnên xwe nîşan da.

Di daxwaznameyekê de, ku Demîrtaş jibo Rêveberiya Perwerdeya dibistanê şand, ev kampanya destpêkir.

Di nameya xwe de, li gor ku ANF ragihandî, Demîrtaş nivîsiye ku mafê perwerdeya zimanê zikmakî nayê dayîn û di vê sonda han de, ku bi zarokan tê xwendin nejadperestî heye.

Di nameyê de Demîrtaş, diyar kir, ku heya ev çalakî bi fermî bê rakirin, wê keça xwe ji van çalakiyan dûr bihêle.

"Andimiz” bi Kurdî "Sonda Me” li dibistanên seretayî yên Tirkiyeyê bi hemû zarokan didin xwendin. Di wê sondê de wiha tê gotin: "Ez Tirk im, Rast im, jêhatî me…”
Category: Welatê me | Views: 369 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]