KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 24/05/15
Main » 2010 » eylûl/rezber » 17 » Bûyera Colmêrgê ji aliyê "Amnesty Internationl" ve hate şermezar kirin
17:26
Bûyera Colmêrgê ji aliyê "Amnesty Internationl" ve hate şermezar kirin
Rêxistina efûyê ya Navneteweyî (Amnesty Internationl), êrişa ku li Colemêrgê hemberî minibuseke sivîl hatibû kirin bi tundî şermezar kir.

amnesty_logoDi daxuyaniya ku ji Rêxistina Bexşînê hatiye kirin û di malpera resmî de cih girtiye de tê destnîşankirin ku, "Erişa hemberî kesên ku jiyana xwe ya rojane didomînin, ji binî ve dijî pîvanên bingehîn ên hiqûqa navneteweyî ye.”

Li gundê Peyanisê yê Colemêrgê, di dema borîna minibusekî de mayin hatibû teqandin u di encamê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Karbidestên Rêxistina Bexşînê bibîrxistin ku, hê tu grubê berpirsiya êrişê negirtiye ser xwe û balê kişandin li ser malzemeyên leşkerî ku di cihê bûyerê de hatine dîtin. Rêxistinê xwest ku, divê bêalî û bêkêmahî vekolîn bête kirin û berpirs ligorî pîvanên dadmendiya navneteweyî derxin pêşberî dadgehê. AKNews
Category: Welatê me | Views: 439 | Added by: KDoz | Tags: Tirk, Kurdistan, Colemêrg, Efû | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]