KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » tîrmeh/temûz » 28 » Civînek ji bo pêşîlêgirtina 'sunetkirina keçan'
19:29
Civînek ji bo pêşîlêgirtina 'sunetkirina keçan'
Li ê Silêmaniyê, 5 rêxistinên mafên jinan di civînekê de biryar dan dest bi pêkanîna kampanyayeke jibo pêşîlêgirtina 'sunetkirina keçan' bikin. Her wiha wê jibo pêşî lê were girtin zextê li parlementoya Kurdistanê bikin.

ANF ragihand ku hîn li Başûrê Kurdistanê jin têne sunetkirin. Ev yek bi taybet li herêmên Germiyan, Hewlêr û Silêmanî berdewam dikin.

Civîna li Hola Telar ya bajarê Silêmaniyê ji aliyê Rêxistina Wadiyê ya Elmanî, Yekîtiya Jinên Kurdistanê, Rêxistina Pena, Rêxistina Alîkariya Yasayî hate lidarxistin. 5 rêxistinên mafên jinan di civînekê de biryar dan dest bi pêkanîna kampanyayeke jibo pêşîlêgirtina sunetkirina keçan bikin.

Çalakvana mafên jinan Kinêr Ebdulla, di civînê de axaftinek kir û bi dijwarî rexne li parlamentoya Kurdistanê kir û diyar kir heta niha Parlementoya Kurdistanê nekariye pêşî li sunetkirina jinan bigre û heta niha nekariye biryara qedexekirinê erê bike.
Category: Welatê me | Views: 421 | Added by: KDoz | Tags: Silêmanî, Hewlêr, elanîya, Jin | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]