KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » tîrmeh/temûz » 14 » Daristanên Rojhilat û Bakurê Kurdistanê dişewitin
16:42
Daristanên Rojhilat û Bakurê Kurdistanê dişewitin
Tirk darsitanên Botan, Colemêrg, Xerzan û Dêrsimê dişewitînin û Îran jî agir berdide daristanên Rojhilatê Kurdistanê. Li gor agahiyên Ajansa Nûçeyan a Feratê, Artêşa Îranê li Dalahoya Rojhilatê Kurdistanê agir berda nêzîkî 20 domîn daristanên Kurdistanê. Ji ber şewatê sewalên çiyayên Bîmar, Hûkanê û Têlêsimê di nava agir de mane. Her wiha ziyanek mezin ya madî li gelê Dalahoyê jî bûye.

Artêşa Îranê ji beriya niha jî agir berdabû daristanên Bokan, Merîwan, Sewlawa û gelek deverên din yên Rojhilatê Kurdistanê.

Li hêla din jî, artêşa Tirk agir berdabû daristanên Gabar, Cûdî, Robarokê. Li gorî agahiyên ajansê şewat hîn berdewame. Her wiha artêşa Tirk agir berdabû daristanên Xerzanê û Dêrsimê jî. Şewata 5 roj berê piştî operasyona leşkerî li Çiyayên Dêrsimê dest pê kir, her ku diçe fireh dibe û didome.

Category: Welatê me | Views: 423 | Added by: KDoz | Tags: Îran, Tirkî, Kurdistan, agir, Rojhilat, Bakur | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]