KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

sêşeme, 24/05/07
Main » 2011 » nîsan/avrêl » 20 » Demîrtaş hevdîtina bi Gul re betal kir û çû Bismilê
19:35
Demîrtaş hevdîtina bi Gul re betal kir û çû Bismilê
Hevserokê Giştî yê BDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ji ber ku di bûyerên Bismîlê de kesekî jiyana xwe ji dest da hevdîtina bi Serokomar Gul re betal kir û wiha got: "Li Bismîlê kesek bi guleyan hate kuştin û bi sedan kes birîndar in. Dîsa li Amedê jî bi sedan birîndar hene. Di rewşekî wisa de ez nikarin bi Serokomar re hevdîtinê bikim."

Piştî YSK'ê di nav de 7 namzetên serbiwxe yên BDP piştgiriyê didin û bi giştî 12 namzetên serbiwxe veto kirin, Serokomar Gul ji bo pirsgirêka derket holê çareser bike Hevserokê Giştî yê BDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş dewetî Koşka Çankayayê kir. Çavê raya gitşî li hevdîtina Gul û Demîrtaş a ku dê saet di 19.00'an de pêk hatiba. Lê hevdîtin ji aliyê Demîrtaş ve hate betalkirin.

Demîrtaş bi hinceta "Îro li Bismîlê kes bi guleya polîsan jiyana xwe ji dest da. Ji ber vê bûyerê ez naçim koşkê. Ez li Koşkê geriyam û min agahî da." Demîrtaş, got, "Li Bismîlê gule beradan çalakvanan. Kesekî jiyana xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn. Ez dê bi telefonê wehşeta li wir ji Gul re bêjim."

'DI REWŞEKÎ WIHA DE EZ NIKARIM BI SEROKKOMAR RE HEVDÎTÎNÊ PÊK BÎNIM'

Demirtaş têkildarî betalkirina hevdîtinê re daxuyanî dan DÎHA'yê û wiha axivî: "Li ser dewata Serokomar ji bo ku ez biçûm Enqere ez ber bi Balafirgeha Amedê ve di çûm. Ji ber ku Serokomar ez dewet kirim ez bi erênî nêzî bûm û dê çûbam. Heke ez çûbam min dê dêkildarî pêşveçûna de nêrîna xwe û daxwazên me yên giştî jê re gotiban. Her wiha em dê pêşniyarên xwe yên çareseriyê jê re pêşkêş kiriban. Min dê mudaxeleya li dijî me ya tenê bi veto kirina namzetan neyî jê re gotinba. Daxwazên gelê me hene. Heviyên çareseriyê hene. Min dê ev pê re parvekiriban. Lê dema ku ez ber bi balafirgehê ve diçûm agahiya li Bismîlê kesek bi guleyan hate kuştin û gelek kes jî birîndar in hat. Her wiha li Amedê jî bi sedan birînda hene. Di rewşekî wisa de hevdîtina bi Serokomar Gul re ne pêkan e. Ez nikarim ji Amedê jî veqetiyêm. Ez niha ber bi Bismîlê ve diçim. Min bi Midûrê Taybet ê Serokomar Huseyîn Velî Karslioglu re hevdîtin pêk anî. Min berteka xwe jê re got. Min xwest ku ji Serokomar re bêje"

Demîrtaş, têkildarî bûyerên Bismîlê de tu rayedarên hikûmetê re hevdîtin nekiriye.
Category: Welatê me | Views: 466 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]