KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

sêşeme, 24/05/07
Main » 2011 » nîsan/avrêl » 18 » Demîrtaş piştî serlêdana 12 namzetên BDP’ê hat redkirin: Ev biryara şerekî nû ye
20:56
Demîrtaş piştî serlêdana 12 namzetên BDP’ê hat redkirin: Ev biryara şerekî nû ye
Lijneya Hilbijartinê ya Bilind serlêdana 12 namzetên serbixwe bi bihaneya "Mahkumiya wan ya berê heye" betal kir.

Li ser vê yekê jî BDP bersiv da:

Hevserokê berê yê BDP’ê Selahattîn Demirtaş biryara skandal YSK’ê ya derbarê "Eniya Ked, Demokrasî û Azadiyê’ de nirxand û got; "Ev komployek a dewletê ye û dê fatûraya wê ji AKP’ê re bê birrîn. Ev biryara şerekî nû ye.”


Kesên ku navên wan hatine redkirin:

Di nava kesên serdana wan hatiye betalkirin de namzetên Amedê Hatîp Dîcle, Leyla Zana, Şerafettîn Elçî, Namzeta Sêrtê Gultan Kişanak, Namzeta Stenbolê Sebahat Tuncel, Namezê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, Harun Ozelen, Abdullah Kizilay, Namzeê Elezîzê Îsa Gurbuz, Çîçek Otlu, Salîh Yildiz û Nezîr Sincan jî heye.

Lijneyê, serdana Hatîp Dîcle, Leyla Zana û Sebahat Tuncel de bi hinceta mahkumiya wan ya berê heye hatiye betalkirin. Lijneyê diyar kir ku ji ber piştî Tuncel bû parlamenter cezayê wê ketiye qeyda sicîlê serdana wê hatiye betalkirin.

Serdana Parlamentera BDP'ê ya Amedê Gulten Kişanak jî bi hinceta di qeyda sicîla wê de sabikaya wê ya dema beriya zewacê de heye hatiye betalkirin.
Category: Welatê me | Views: 458 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]