KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » tîrmeh/temûz » 1 » Dengekî naziktir ji bayekî sivik û semaya li ser rîtma qulingê; Tara Caf
19:18
Dengekî naziktir ji bayekî sivik û semaya li ser rîtma qulingê; Tara Caf

Tara Caf di sala 1958’ê de li bajarê Bexdayê ji dayîkeke tirk û ji bavekî kurd ji dayîk bû. Bavê Tara, Celal Hamî Begî Caf, wê demê li Enqereyê kar dikir. Di seyranekê de xatûn Turkan Okan nas dike. Ew nasîn piştî mehekê digihîje wê yekê ku ew digel wê bizewice. Du keç û kurekî wan çê dibe. Tara sêyemîn zarok e.

Nasîna mûzîkê

Dema ku bo yekem car bavê Tara mamosteyekî pîanoyê jibo Şîrîna keça xwe peyda dike da ku li malê waneya mûzikê bide wê, ew wê demê şeş salî bûye. Ev yekemîn hevdîtina Tarayê ye digel mûzîkê ye. Tara digel Şîrîna xuçka xwe, fêrî pîanoyê dibe û di nav du salan de dibe pîanojen. Piştî pîanoyê Tara dest bi gîtarê dike.

Tara, neçar dimîne ku di sala 1976 de bi cih bihêle û biçe Londonê. Wê li Bexdayê dibistana amadeyî qedand û li Londonê jî li zanîngehê beşa derûnnasî (psîkolojî) diqedîne. Tara li Londonê jî di gîtarjeniyê de berdewam dibe, stranên îngîlîzî dibêje û digel mûzîkvanên wî welatî kar dike.

Çeng

Bo yekem car Tara çeng (harp) dibîne ew zarok e û di serdaneke muzexaneya Bexdayê de digel malbata xwe çenga sumerî dibîne. Di jiyan de satek heye ku mirov tê de aşiq dibe. Edî aşiqî karek, hunerek an mirovekî dibe. Jibo Tara ew sat di nav wê muzexaneyê de tê û di wê sate de firişteha mûzîkê hêviya jiyana wê dibe û wê dibe aşiqê çengê. Du sedem hene ku Tara aşiqê çengê dibe:

Yekem: Dîtina wê çengê li Muzexaneya Bexdayê

Duyem: Hebûna plaka Tchaikovsky (Mûzîkjenekî Rûse; 1840-1893)

Ev du tişt bi hev re, wê dikin bi sewdasera mûzîkê.

Dema ku mala wan li Bexdayê bû, plaka Tchaikovsky dibe, plaka balêta Qulinga Çeman. Hebûna wê plakê li mala wan zemîneke efsunawî bo Tara ava dike.  Di wê mûzîka balêtê de çeng heye, bi taybet di beşekê de çend çalak û diyar e.

Tara dibêje: "Min hertim dubare wê plakê guhdar dikir. Dema ku herkes xew dikir min wê plakê dixist ser û digel muzikê de sema dikir. Ez di xeyalgeha xwe de dibûm quling  û ez li benda yekî bûm ku bê hawara min.”

Ew du rewş, dîtina çengê li Muzexaneya Bexdayê û plaka Qulinga Çeman, Tara dikin bi evîndara berdewam a muzikê. Tara, paşê çengê dike hembeza xwe û bi dengekî nasik stranên êvînê distirê.

Tara dibêje: "Dema ku min di xeyala xwe de li çenga sumeriyan dinêrî, min fêm dikir ku dîrokeke wê ya kevin heye û dengeke wê ya efsûnî heye. Min berdewam ji xwe re dipirsî ku dibe çenga min hebe û fêrî jenîna wê bibim? Li Londonê digel hevalên xwe yên îrlandî diçûm warê îrlandiyan, li wir muzika zindî hebû. Min rojek li nihêrî ku jineke îrlandî çengê dijenê. Ez çûm cem wê û bi wê re axivîm, min destê xwe da amêra wê. Min dît ku ew her xeyal nîne, dikare çenga min jî hebe û fêrî jenîna wê bibim. Ez dikarim wî karî bikim.”

Tara axaftina xwe wiha domand: "Piştî lêkolîn û şopandineke zêde, min zanî ku girîngtirîn çeng di dîrokê de, çenga îranî ye lê ev ji sedsala 17’ê ve nemaye. Gelek ji helbestvanên berê yên fars û kurd qala vê amarê kirine. Çeng ji sumeriyan ber bi Îranê, paşê ber bi Ewropayê gihîştiye.”

Tara, fêrî jenîna wê amarê dibe. Ew çenga ku niha dijêne çengeke îrlandî ye. Tara got: "Ev 17 sal in ez vê amêrê dijênim. Êdî ew bûye hevala min û em bi tu awayekî ji hevdu venaqetin. Em bûne yek, ev amêr êdî beşek e ji min. Bê wê ez nikarim tu tiştekî bikim.”

Bi ya Tara di navbera muzik û hunerên din de cudabûnek heye û dibêje: "Muzik pêwîstî bi ziman nîne. Muzik take hunereke ku dikarî ji astengiyên zimanan rizgar bibî. Ew mêjî, ziman, peyv, wate xweperestî(ego) dixe aliyekê. Dema ku mirov bi ruh guhdarî muzikê dike, diçe haleteke taybet. Diçe ber bêdengiyê. Di astek ku mêjî dikare peyv, desthilata axaftin derbas bike. Wate hizirîn ji xwe û xweperestî vediguhezîne. Muzik take hunere ku dikare wê rewşê saz bike. Derwêş ji bo çi muzikê bi kar tînin? Ew dixwazin bigihêjin haleta xwe jibîrkirin û di xwe de xweperestiyê nehêlin. Bi dirêjiya zikrê derwêş yek peyv bikar tînin lê ew haleteke ruhî ya aram bidest dixin ku ew bi peyv û ziman nikare bê bidestxistn. Aramî hemû hebûnê digire. Lê mixabin di nav gelê me de tenê tekye hene ji bo bidestxistina vê rewşa ruhî. Civaka me li ser van tiştan zêde zanyarî nîne an jî pir kêm e. Guhdarkirina muzikê bêpeyv wiha dike ku mirov li xweperestî nefikire. Muzik wiha dike ku em xwe ji daxwazên erzan dûr bixin.”


ji warvin.org/la
Category: Navdarên Kurd | Views: 618 | Added by: Azad2009 | Tags: Tara Caf | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]