KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » tîrmeh/temûz » 17 » Desthilatiya 10 salan ya Beşar Esad: çi kir, çi nekir?
19:09
Desthilatiya 10 salan ya Beşar Esad: çi kir, çi nekir?
Serokdewletê Surye Beşar Esad, 17 tîrmeh 2000, axaftina xwe ye yekemîn wisa dest pêkir ‘’ Afirîn, zelalî û dêmokrasî’’. Sozên Esad ye bi vî rengî piştî 30 salî carek din gelê Surî hêvîdar kiribû. Esad li vir nesekinî û hîn jî di warê ‘berfirehkirina azadiyên kesane, damezirandina sîstema pir-partî, parastina maf û azadiyan’’ sozên gellek reforman dan. Lê 10 salan ji me re da nîşan ku ew tenê soz bûn. Ji bilî wê Esad hemî sozên dayî Kurdan binpê kirin û li ser Kurdan zext û zordarî zêdetir kir.

Tiştê ku tenê Esad ji bavê wî cuda dikir ‘’bavê wî nehîşt ku hemwelatî tê bixun, ewî jî hîşt ku ew ji birçan bimirin’’.

Di dema desthilatiya Esad de êdî ne tenê rexnekirina wî û rêjîma wî sûce di heman demê de rexnekirina hevalbendê wê jî sûce. Mirov ji ber du gotin û nivîs hatin tewanbarkirin, dadgeh kirin û salê xwe di girtîgehan de derbas kirin û dikin. Ên ku li derve man jî an hiştin ku birevin an jî ketin laliyek bê dawî.

DI AZADIYA ÇAPEMENIYÊ DE DI RÊZA 165. DE YE

Li welatek ku tê de hizirîn jî sûce hem deriyên afirîne hatin girtin. Rojnamevantî jî para xwe ji vî girt. Rojnamevanê Sînor Nenas di raporta xwe ye 2009 de, Surî di nava 175 welatan de di qorê 165 de cih girt. Malperê dewletê yê internet ne di nav de hemî malperê tên asteng kirin de bûn.

DI ‘ZELALIYÊ DI RÊZA DAWÎ DE YE’

Gotinê Esad wekî ku wî di rêvebertiye dewletê de gelek rêform çêkirine û gavê mEzin avêtine, di raporên ‘’Saziye Zelaliye ya Navnetewî’’de berevajî derketin. Di rapora Saziyê ya 2003 de Surî di nava 133 welatî de rêza 66. de cih digirê, 2007 de di nava 180 welatî de daket rêza 138 û di salên 2008 û 2009 de jî Surî daketiye rêza 147. Ev jî didê xoyan ku çendîn li Surî bêrêtî heye. Memûrên dewletê yên ku ji bo ewlekarî ye gelanperî dixebitin, herî pir wan ewlekarî binpê kir. ta ku ji gel bertîl bixwan hêzên asayîşê rê birîn û ji ber vê gel nema dikarê ji malên xwe derkevê. Ji ber bêrêtiye gel hewil didê ta ku pirsgrêkên xwe nebê dadgehên dewletê.

DEMA ARMANCA DEMOKRASIYÊ CÛDA BE!

Dema pêşî de Esad li ber hinek karên rewşembîrtêye çavên xwe qurç kirin û li bendê ma ta ku hemî dijber derkevin holê. Ev dem weke ‘’Bihar a Şamê’’ tê bin av kirin. Lê dema ku hemî derketin holê, dijberê rêjîme an xwe di girtîgehan de dît an jî direvîn. Sala ku tê de bû desthilat û sala 2007’an de du caran referanduma şêwayî çêbû. Her caran jî digotin ku sedî 99 gelê Surî ji Esad re gotiye belê.

‘’Partiya Baas ya Sosyalîstên Ereb rêveberê gel û dewlet ê’’ û ‘’qedexe bûna damezirandina partiyan’’ li Surî hîne di dewrê de.

Di nava 10 salan de sê heibijartinên parlamêntoyê çêbûn, her sê caran jî helbijartinek şêwayî bû û beriya wan bi heftêkê encamê wê xuya dibûn. Cih veqetandin di nava parlamênto de bi peran dibê û hetta ku kesê namzet ne siyasetmedar bê ew dikarê kursiyek ji xwe re bi peran bikirê. Ji bilî wê jî Dijber muxalefet di hilbijartina de cih nagirê.

Zagonên rewşa ewarte yên sale1963’an hîne di dewrê de. Piraniya endamê muxalefetê li dadgehên ewlekariya dewletê û dadgehên leşkerî bi awayekî şêwane tên dadgeh kirin û avêtin gertîgehan. Ednamên kul i derva dimînin dihêlin ku ew berevin dervaye welat.

Esad, Mechiavelli ji xwe re kirê modêl û dibêjê ‘’ bila merov ji te bi tirs bin baştirî ji te hez bikin’’.

RÊXISTINÊ CIVAKA SIVÎL JÎ DI BIN ZEXTAN DE NE

Wekî qedexeya ku bê destora dewletê saziyên sîvîl li darkevin, xebate bi sazî yên sîvîl ê navnetewî re jî sûcek girane. Ji ber vê jî bi dehan parêzerên mafê merovan û atkivîst bêyî destora dadgehan û bêyî ku agahî li ser wan bên bidest xistin bi mehan di bincavde ma ne, Bi awayekî şêwane hatin dadgeh kirin û avêtine binê zîndane.

Hemî saziyên civaka sîvîl ên lêgal an ji alê partiya Baas ve hatin damezirandin an jî di bin siya îstîxbaratê de xebatê xwe domîne. Neteweyên Yekbûyî jî di nav de hemî saziyên ku bi awayekî lêgal xebatê xwe li Surî dimeşînin, bi awayekî di bin binçaviya îstîxbaratê de ne.

GIRTÎGEH MÎNA GORISTANÊ YE

5’ê Tîrmeha 2008 li girtîgeha Saydnaye serhildanek derket û ji bo hepirkirinê çek hatin bi kar anîn. Dewletê hîne jî kesên ku çek bi kar anînî dernexistin pêş dadgehê û ew kes hatin parastin ji aliyê dewletê ve. Ji bilî wê jî tevî ku ji 42 kesan agahî nayên standin û tê gotin ku 9 kes hatin kuştin, dewlet li ser bûyerê hîne tu daxoyanî nekirê.

Îşkence hîn riya yekeme ku tê bikaranîn ji bo ku îtîrafan bi dest xînin û gelek mirov ji ber îşkenceya di binçav de jiyana xwe ji dest dan.

REFORMA ABORÎ BI KÊRÎ GEL NEHAT

Esad, jı bo reformên aborî jî soz dabû û di vî warî de bazirganî hinekî azad kir, hinek gavên hêja avêtin. Lê hêja yî gotinê ye ku hemî pêşvekirinên aborî ne di sektore xîzmetê, de sêktora hengê de bûn .

Di welatek qaşo sosyalîst de ji bilî kesên karmend çînên civakê yên din hemî feqîr û bê pere ye. Ji vê jî vekirinê aborî ji bo malbat, mirov û derdora wî bûn. Ji ber ku rêformên siyasî û civakî çênebûn, rêformên aborî jî bê wate man. Ji bilî wê jîbelav bûna bertîl û bêrêtî di nava saziyên gelanperî de bazirganî asteng kir û her tişt xist nav destê kesên karmend.

ÊRIŞÊN SIYASÎ Û ABORÎ YÊN LI SER KURDAN ZÊDE BÛN

Bêçareseriya pirsa Kurd berdewam kir û zextên li ser Kurdan zêdetir bûn. Tu roj nîne ku Kurd li Suriyeyê neyên girtin an binçavkirin. Kurd ji hemû mafên çandî û civakî tên bêparkirin. Beşar Esad piştî serhildana 12’ê Adara 2004’ê soz da ku ew ê pirsa Kurd çareser bike û Kurdî ne welatîne, bibin welatî. Lê berevajiyê soza xwe, êrişên li ser Kurdan zêdetir kir.

Piştî serhildana 12’ê Adarê li hemû bajarên Kurdan rewşa awerte hate îlankirin. Gelek caran, derketina derve jî hate qedexekirin.

Esad li sozên xwe nebû xwedî û hîn welatî ne daye 350 hezarî zêdetir Kurdan.

Newroza 2008’ê 3 ciwanên Kurd hatin kuştin û kujerên wan hatin parastin.

Sala 2010 li Reqayê 2 ciwanên Kurd haitn kuştin û kujerên wan hatin veşartin.

Serokê partiyên siyasî yên Kurd, ciwan, nivîskar, siyasetmedar û rojnamevanên Kurd hatin girtin.

Li herêma Kurdan kiryarên bazirganî û pîşesazî asteng kir û Kurdan neçarê koçberiya ji derve û hindir hêla.

Esad bi dijminê bavê xwe re bû dost û bi dostên bavê xwe re bû dijmin. Bi Tirkiyeya bi salan piştgiriya Rêxistina Birayên Misilman kirî û wesayîtên bombebarkirî şandî nava Suriyeyê û bi Baasa Iraqê re dostaniya xwe danî û peymana mor kir.

Kadroyên PKK’ê yên li Suryeyê radestî Tirkiyeyê kir, dest ji Antaqyayê berda, pirsgirêka ava Firatê bi Tirkiyeyê re çareser kir û peymanên ewlekariyê mor kir.

Têkiliya xwe bi rêxistinên redîkalên Îslamî Hizbullah û Hamas yên li Libnan û Filistînê ne re danî.

Piştî kuştina serokwezîrê berê yê Libnan Refîq Alharîrî, kozikên xwe yên li Libnanê winda kir û têkiliya wê ya bi welatên rojava re ber bi xirabiyê ve çûn.

Xwest piştî 11’ê Îlonê, têkiliya xwe ya bi DYE’yê re xurt bike û endamên El-Qaîde yên li Sûrî radestî DYE’yê kir. Lê di şerê Iraqê de destek da dijminê bavê xwe ango Sedam Huseyn. Piştî şerê Iraqê, bû çavkaniya bûyerên terorîstan yên li Iraqê.

Her ku çû têkiliya wê ya bi welatên rojava re xirab bûn. Ji civata Cîhanê dûr ket. Lê têkiliya wê ya bi Tirkiyeyê re û bandora wê ya li Libnan û Filîstînê, bi wê rolek nû da qezençkirin. Ji ber vê jî welatên Rojava çavê xwe li binpêkirinên mafê mirovan yên li Suryeyê girtin.

Sala 2007’ê jî xwest têkiliya xwe ya berê dîsa bi Frense û DYE’yê xurt bike.

REROFMEK YA BEŞAR ESAD

Piştî şerê Iraqê, Emerîka bi zorê cilûbergên leşkerî yên xwendekarên dibistanên sertayî, navendî û amadeyî da guhertin.anf
Category: Cîhan | Views: 436 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]