KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

pêncşeme, 24/10/31
Main » 2010 » tebax/gelawêj » 12 » Dewleta Îranê dixwaze ajansek (Kurd Press) û rojnameyek kurdî veke
19:13
Dewleta Îranê dixwaze ajansek (Kurd Press) û rojnameyek kurdî veke

Wezareta kulturê ya Îranê ji bo damezrandina ajanseke nûçeyan û rojnameyeke rojane bi zimanê kurdî razîbûna xwe daye û wê baregeha sereke li bajarê rojhilatê Kurdistanê Sine be.

Rojnameger Necdetî Rehîmî ji PUKmedia re got:” Di çarçoveya festîvala çapemeniyên parêzgeha Sinêyê, birêveberê giştî yê ajans û çapemeniyan li wezareta kulturê ya Îranê Qazî Zade di gotarekê de mizginiya damezrandina ajanseke nûçeyan û rojnameyeke rojane bi zimanê kurdî da mêvanên festîvalê. Qasî ku me ji Qazî Zade bihîstiye, baregehên ajans û rojnameya kurdî dê li navenda Sinêyê bin. Navê ajansê "Kurd Press" e ku taybet bi nûçeyên îran û bajarên kurdînişîn yên hemû parçeyên Kurdistanê. Lê heta nuha navek ji rojnameyê re nehatiye dîtin.”

Category: Cîhan | Views: 383 | Added by: KDoz | Tags: Îran, Ragihand, Ajans, Rojhilat, rojname | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]