KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2011 » adar/avdar » 31 » Di Google de gera bi zimanê Kurdî dest pê dike
19:11
Di Google de gera bi zimanê Kurdî dest pê dike
Li Herêma Kurdistanê Fermangeha Teknolojiya Zanyarî diyar kir ku, di Google de xizmetgûzariya gera bi zimanê Kurdî dest pê dike. Di daxwiyaniyekê de ku pêşkêşî Rûdawê hatiye kirin, Fermangeha Teknolojiya Zanyarî ya li Herêma Kurdistanê dibêje: "Wê pêngavekê destpêkê, bi hevahengiya navbera Fermangeha Teknolojiya Zanyarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniya Google, îro (31.03.2011) li Google xizmetgûzariya bi zimanê Kurdî (Tîpên Erebî) dest bi kar kir.”

Encama dest bi karkirina vê xizmetê, vedigere bo serdana kompanya Google ya sala borî bo Herêma Kurdistanê, hevkarî û hevahengiya Fermangeha Teknolojiya Zanyarî ya Hikûmeta Herêmê. Ev xizmet ji aliyê kompanya Google ve hatiye amadekirin.

Ev pêngava yekeme û gelek xizmetên din di pêvajoya amadekirin û ceribandinê de ne. Piştî ji bo karkirinê bi tevayî amade dibin, wê ew jî bikevin ber destê kesên ku xizmegûzariyên Google bikartînin.

Herwiha behsa wê yekê tê kirin ku kompanya Google di çarçove û hewldanên berdewam ên ji bo zêdekirina naveroka dijîtal a bi zimanê Kurdî û giringî dana zimanê Kurdî li ser înternetê de ye. Ji bo pêşxistina xizmetên bi zimanê Kurdî û bikaranîna xizmetên gera di Google de bi zimanê Kurdî, Fermangeha Teknolojiya Zanyarî li gel kompaniyên mezin di karkirinê de ye.

Fermangeha Teknolojiya Zanyarî (www.it.krg.org) di nava Hikûmeta Herêma Kurdistanê de saziyek a teknolojiya zanyarî ye û ji Adara 2007 an ve hatiye damezrandin. Erkê vê fermangehê di pêşxistina teknolojiya zanyarî û nûkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya siyaseteke yekgirtî ya teknolojiya zanyarî de rêbertî kirine.

Ji bo dîtina zimanê Kurdî serdana www.google.iq bikin û piştre Kurdî tik bikin. 

Category: Dîgîtal | Views: 448 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]