KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

sêşeme, 24/05/07
Main » 2011 » nîsan/avrêl » 30 » Dibe ku Mubarek bê sêdarkirin
20:49
Dibe ku Mubarek bê sêdarkirin
Wezîrê Dadê yê Misrê Muhammed el-Cundî got, ger bête îspatkirin ku, emrê gulebarankirina xwepêşandêran Serokomarê têkçuyî yê Misrê Husnî Mubarek daye, dibe ku bête îdamkirin.

Cundî daxuyanî da rojnameya Ahramê û got, tenê rêya xelasê ya Mubarek, ji hêla serokdewletê nû ve bexşîn e.

Cundi got, ger ew serokdewlet be, erka xwe ya bexşîna Mubarek bikar nayîne.

Li gorî hejmarên resmî, di dema xwepêşandanên Misrê de, 846 kesan jiyana xwe ji dest da û bi hezaran kes jî birîndar bûn.

Kewnewezîrê Hundir ê Misrê Hebîb el-Adli kû ji ber bûyeran hatibû girtin gotibû, ji Mubarek emr girtine.

Mubarek jî gotibû wî tu emrê gulebarankirina girseyê nedaye.

Mubarek di 11ê sibatê de, dev ji deshilatiya xwe ya 30 salan berda û tevî malbata xwe li bajarê Şarm el-Şêxê bicih bû û piştî biryara girtinê, li nexweşxaneyek bi awayekî girtî tê dermankirin.

Kurên Mubarek Ala û Cemal tevî rayedarên payebilnd ên rejîmê, di Girtîxaneya Tora ya nêzîkî paytext Qahîreyê de girtî ne.
Category: Cîhan | Views: 451 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]