KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2011 » nîsan/avrêl » 9 » Dr. Osman: Biryara Esed a jibo Kurdên bênasmame ne zelale
21:38
Dr. Osman: Biryara Esed a jibo Kurdên bênasmame ne zelale
Siyasetmedarê Kurd û endamê perlamentoya Îraqa federal Dr. Mehmûd Osman di derbarê biryara serokê Sûriye Bişar Elesed a jibo Kurdên bênasname di Facebookê de daxuyaniyek da.

Dr. Osman biryar, weke biryarek ne zelal nîşan kir. Osman nivîsî ku ev biryar tenê jibo beşeke bûçûke ji Kurdên Sûriyê ye. Di dîtina Dr. Osman de, ev biryara han ticarî xwepêşendanên Kurdên Sûriyê nade rawestandin.

Dr. Mehmûd Osman nîşan kir, ku pirsgirêka Kurdan li Sûriyê ne tenê nasnameye û daxwaz ji Kurdên Sûriyê kir, ku di xwepêşandanên aştîyane de berdewambin û hevkarbin bi hemû hevwelatîyên dinê re. Heya ku sîstemeka demokret û nîştimanî li ser bingeha yeksanîyê û dadwarîyê û hevre jîyanê pêkbihê û tê de hemû mafên netewîya gelê Kurd ên Sûrîyê di çarcoveya destûrê de bihê paraztin.
Category: Welatê me | Views: 410 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]