KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2011 » çile/rêbendan » 22 » Elmanya filmê ‘Kurlar Vadîsî-Filîstîn’ naxwaze
21:58
Elmanya filmê ‘Kurlar Vadîsî-Filîstîn’ naxwaze
Ji bo weşana filmê "Kurtlar Vadisi-Filîstîn” hêjan hefteyek maye bû mijara nîqaşê. Di destpêkê de partiya hikumetê CDU û hemû partiyên din, siyasetmedar li hember weşana film ya li welat derdikevin. Heman demê de dîrok weşana film jî balkêşe.

Dema ku filmê "Kurtlar Vadîsî-Îraq” sala 2006’an li Elmanya hat weşandin nîqaşên hişk çêbibûn. Di nava wan de Serokê Giştî yê hevkarê koalîsyonê CSU’yê Edmûnd Stoiber û gelek siyasetmedar û şêwirmendên entegrasyonê jiber dijmintiya Kurd, Xirîstiyan û Yahûdiyan li hember weşana film derdikevin. Lêbelê film bi hefteyan li gîşeyê mayîn û ji aliyê 300 hezar kesan ve temaşekirin fikaran zêdetir dike.

Niha nîqaşekî heman jibo filmê Kurtlar Vadîsî-Filîstîn” yê ku wê di 27’ê Çileyê bê nîşakirin, têkirin. Heta dîrok film ji çavên siyasetmedar û çapemeniya Elman xilas nebû. Jiber ku 27’ê Çileyê roja bibîr anîna qurbanên Nazî yên li Elmanyayê ye. Yanî Yahûdiyên ku di şerê Cîhanê yê duwem de hatîn qetil kirin tên bibîranîn. Li gorî hinek çavdêran jî di çarçoveya êrîşa Îsraîlê ya li ser keştiya Mavî Marmarayê jibo şîrovekirina wê, dîroka film qet ne tesadûfe.

JI AUSCHWÎTZ ROJA RIZGARIYÊ

Dîroka 27’ê Çileyê ji qetlîama Yahûdiyan ku li kampa Auschwîtz çêbûyî tê. Kamp di 27’ê Çileya 1945’an ji aliyê Yeketiya Sovyetê ve tê rizgar kirin û ev dîrok ji sala 1996’an û vir ve weke bibîranîna qurbanên Nazî tê pejirandin.

Di meclîsê de berpirsên karê derve Philip Missfelder bertekek "Ev film di rojek wisan jibo Elmanan bi wate de nîşandan tiştek gelek kirête” nîşan da. Li gorî Endamê Meclîsa Federal yê Partiya Sosyal Demokratan (SPD) Kerstîn Grîese jî diyarkiri ku, jiber ku ev film dijmintiya Yahûdiyan biçûk dixe, gelek pirsgirêkên wê hene, lêbelê roja nîşandanê 27’ê Çileyê pirsgirêkê hêj mezintir dike.

Siyasetmedarê SPD bilêv kir ku, nîşandan film ya di roja 27’ê Çileyê ji bêberpirsyariyê tê. Yekem serî lêdana fermî ya li hember film gurûba xebatê ya Elman-Îsraîlê ya li Meclîsê hat û diyarkirin ku, pêwîste demek ji demekê zûtir dîroka film bêguhertin.

Her wiha heya niha Cinemex di derbarê film de ku wê heya temenê çiqas temaşe bikin diyar nekiriye. Lêbelê pispor dibêjin ku, pêwîste ji 18 salî jor temaşe bikin. Jibo yên biçûktir qedexebe. ji ANF
Category: Welatê me | Views: 737 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]