KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » kanûn/berfanbar » 3 » Emerkê Serdar: Zimanê Kurdî dewlemende, tîpên elfabeya Kurdî kêm in
17:41
Emerkê Serdar: Zimanê Kurdî dewlemende, tîpên elfabeya Kurdî kêm in
Emerikê Serdar ku 44 salan di rojnama Riya Teze de xebitiye, bi tevayî 55 sal bi zimanê Kurdî nivîsandiye, dibêje di zimanê Kurdî de pirsgireka bingehîn kemaniya tîpan e! Û dîsa dibeje ku zimanê Kurdî, zimanekî gelek dewlemend û gelek dengên cur be cur hene, ji bo van dengan tîpê ku were nivîsandin tune ne.

Nivîskarê Kurd ku di rojên derbasbuyî de di derheqe wî de bi şaşitî nûçeya mirinê belav bûbû, dibêje Wêjeya Kurdî gelek ji parçebuyina Kurdîstane bandor bûye. Niviskarê Kurd hizrên xwe yên li ser Wêjeya Kurdî bi ANF’ê re par vekir

Gava qala mijara Wêjeya Kurdî dikin, koçberî tê bîra mirov. Mirov dikare bibêje ku Wêjeya Kurdî ji koçberiyê rizgar bûye? Û wekî din jî heger Wêjeya Kurdî bi ya li welat re were cem hev, gelo wê pêşketinek çawa di xwe de bibîne?


Emerkê Serdar: Gava gilî tê ser Wêjeya Kurdî, nivîsa gelê Kurd jî wê de tê kifşê. Çawa welatê me kirine 4 parçe, wisa jî wêjeya me perçe-perçe bûye. Çawa ku niha wêjeya Bakûr, Başûr, Rohilat, Rojava, wisa jî wêjeya Kurdê Ermenîstanê, Gurcistanê, Qazaxstanê, Ewrpayê jî heye. Raste, ruhê wan wêjeyan yeke, Kurdî ye, lê ewana di bin desthilatiya wêjeyê biyanî de ne. Gava welatê me rizgar bibe û wêjeya me wê derê pêşda here, wê ji bin wan desthilatiyan derkeve û anegorî tradîsîaêd wêjeya me ya klasîk û folklorê pêşda here. Telebextra, niha wisa bûye, wekî em helbestvan û nivîskarê Kurd gelek cara nikarin nivîsarê hevdu bixwînin, ev jî ji ber tîpên Kurdî yên cur be cur in. Lê gava li welatê me yê azad wêjeya me bi tîpên yekitî û bi zimanê (lê ne bi zaravê) yekitî bê weşandin, wê çaxî em ê bikaribin nivîsarê hevdu bixwînin û ji hevdu hîn bibin. Hetanî welatê me azad nebe, wêjeya me jî wê bi koçberî ve dom bike.

Pirsgirêka herî sereke a rojanebûna wêjeya Kurdî çiye?

Emerkê Serdar: Niha pirsgirêka wêjeya Kurdî ya sereke yekşêwetiya nivîsara Kurdî ye, çawa di hêla tîpan de, wisa jî di aliyê zarava û rêziman de jî pirsgirêk e. Ev pirsa tenê bi dewletê dikare bê sererastkirin, yanî niha kî çawa dixwaze wisa dinivîse. Ji me re yekşewetî pêwîst e. Ev yek jî tenê bi destê dewletê dikare bê safîkirin.

Hûn milên herî xurt yên wêjeya Kurdî çi dibînin an jî çi ne?

Emerkê Serdar: Bi ya min, di Wêjeya Kurdî de ya zor helbesta Kurdî ye. Ew trajedî ji sedsalên navîn tê. Û ya baş li wê derê ew e, wekî wê derê cihê sereke welatparêzî digre. Tu helbestvanekî me yê esilzade tune ye, ku derbarê welatparêziyê de nivîsîbe.

Hûn niha ji jikarketî, malnîşin bûne (emekli) lê belê, hun gelek salan di Riya Teze de xebitîn. Ev rojname di xizmetkirina mijara wêje û edebiyata Kurdî de çi kir û roleke çawa leyîst? Hun dikarin girîngiya vê rojnameyê ji bo me behs bikin?

Emerkê Serdar: Rojnameya "Riya Teze”, ku rojnemeke Kurdî ye jîdirêj e, roleke giring asta pêşdaçûyîn û gulvedana çand û wêjeya Kurdên Ermenîstanê de rolek pir girîng leystiye. Helbest, serpêhatî, gotarên wêjeya krîtîkiyê pêşîn di nava Kurdê Ermenîstanê de cara yekemîn di rûpêlê wê rojnemeyê de hatine weşandin. Mirov dikare bêje "Riya Teze” bû serkaniya pêşdehatin û pêşdeçûyîna çand û wêjeya Kurdî. Hemû helbestvan, nivîskar, dramatûrên Kurdê Ermenîstanê cara yekemîn bi riya rûpêlê wê rojnemêda pêşde hatine. Kedekî rojnemeyê yê sereke jî wergêrin. Di Rûpêlên wê de nivîsarên gelek helbestvan û nivîskarê netewê cûda-cûda-başqe li Kurdî hatine wergerandin û weşandin. Evane jî wek Şekspîr, Gyotêye, Pûşkîne, Rûstavêlîye, Nîzamî ye.

Li gor me bihîstî NÛRÊ pirtûkek we ji bo weşanê amade dike. Hun dikarin hinek qala naveroka vê pirtûkê bikin?

Emerkê Serdar: Nûra qîza min niha berevoka afrandinê min e, ji wana 8 wergerandiye Rûsî û ji bona weşandinê amade kiriye. Di nava wan de çend serpêhatiyên derheqa welatparêzîyê, erf-edetên gelê me, mêrxasî û maqûliya gelê me, evîndarî, jiyana gund hene. Di nava vê de beşek ji romana min a"Riya Pêşiya Min” cih girtiye, lê, telebextra, roman nîvçe maye. Di wê beşê de derheqa koçberiya gelê me tê gilîkirin, çawa ji qezayê Qersê û Îdirê koçber bûne, hatine Ermenîstanê. Û tê gotinê, wekî li ser wê riya koçberîê çi zilm hatiye serê gelê me. Navê berevokê jî wiha ye "Riya Pêşiya Min”.

We bi salan Kurdî nivîsand, li gorî we pirsgirêkên herî sereke a nivîsandina Kurdî çi ne?

Emerkê Serdar: Raste, ev 55 sale ez Kurdî dinivîsim. Bi ya min di nivîsandina Kurdî de, pirsgirêka sereke, çawa min got, cudabûna tîpan e. Elîfba me hên nehati sererastkirin. Gelek zimanzan jimara tîpên me cûda-cûda nîşan didin û ew hên nehatine ser hizireke giştî. Di hêla rêziman de jî cûdahî hene. Di zimanê me de gelek deng hene, lê nîşanên wan di elîfaba me ya latînî de tune ye. Ez keda Bedirxan gelekî bilind û bi qîmet dibînim, lê divê elfabeya wî jî bê sererastkirin. Bi ya min, elfabeya Kurdî divêyabû bi tîpên latîniya Erebê Şemo û Îsahak Marogûlov bûya, ku sala 1929-a ronahî dîtiye. Ez nabêjim em vegerin ser wê elfabeyê, lê pêwîste elfabeya me ya niha bi tîpê latînî sererastkirin.

Em dixwazin pirsa şêweya wêjeya yekemîn roman nivîsiyê Kurdî a Erebê Şemo ji we bikin. Hun şêwazê wêje û edebiyata wî çawa dibînin û dinirxînin?

Emerkê Serdar: Erebê Şemo hesab dikin çawa bavê romana Kurdî ya pêşîn e . Romanek ya wî ya pêşîn "Şivanê Kurmanc” bi Kurdî, Rûsî, Ermenkî, Fransî hate weşandin. Ew wisa jî bi tîpên latînî li Şamê hate çapkirin. Erebê Şemo çawa hîmdarê wêjeya Kurdên Sovêtê. Ew wisa jî dibe bavê romana Kurdîya dîroka pêşîn. Ew romana wî ya "Dimdim”, ku bi çend zimana hate wergerandin. Erebê Şemo dibistaneke wêjeyê bû û mîrata wî ya wêjeyê wê hêj jî silsileta gelê me perwerde bike. Bi ya min, ew klasîkekî wêjeya me ye. Şikir ji Xwedê, peyçûyê Erebê Şemo li cem me hene. Ew Wezîrê Eşo, Tosinê Reşîd, Babayê Keleş, Eskerê Boyîk, Ehmedê Hepo û yê din.

Em dixwazin li ser helbestên îroyîn bipirsin. Di roja me ya îro de helbestnivîsên ku herî zêde keyfa we jêre tê kî ye an jî kî ne? Û hun asta helbesta îro çawa dibînin?

Emerkê Serdar: Belê, tê bêjî bûye nexweşî… Kî ji xew hişyar dibe, çar xeta dinivîse, xwe helbestvan dihesibîne. Ev ji aliyekî ve rind e, wekî cîgirê gelê me helbest hez dikin û hew didin ku keda xwe jî bixin nava wê. Helbet, ev tiştekî şabûnê ye. Lê pêwîste qîmeta xebera bedewetiyê nuxsan nekin. Her nivîsarek helbest nîne. Helbestvan merîfetê ji Xwedê distîne. Çawa herkes nikare bibe dengbêj, sazbend, wisa jî herkes nikare bibe helbestvan. Helbestvanê min hezkirî (xênjî klasîkê me) Cigerxwîne, Hejar, Ebdulleh Gorane, Qadrî Can, Şêrko Bêkese û yê mayînin. Ji Kurdê Sovêta berê helbestvanê min hezkirî Qaçaxê Mirade, Fêrîkê Ûsive, Şkoyê Hesen e, Mîkaêlê Reşîd e, Eskerê Boyîk, Ezîzê Cewoy, Şemsîye, Ezîzê Îsko. Nha gelek helbestê vekirî (white verses) dinivîsin, lê, telebextra, helbestê rast û heq pir kêm in. Daxwaza min ew e, ku ew mirovên helbestan dinivîsin zêdetir bixwînin û ji helbestvan hîn bibin.

Li ser wêjeya Kurdî heger nêrîneke we ya taybet hebin, hun dikarin binirxînin.

Emerkê Serdar: Berî her tiştî daxwaza min ew e, ku em guhdariya mezin bikin, ser nivîsara vekirî (proza), çimkî her tenê mecalê wê hene jiyanê bi firetî û rêal nîşan bide. Ya duwem, min dixwest nivîskarê me yên wisa hebûna, çawa Yaşar Kemalê Tirkan, û Ehmed Xudêdayê Îran heye. Ez zanim – ew herdu jî eslê xwe Kurd in, lê bi Kurdî nenivîsîne û wek nivîskarên Kurd nayên hesibandin. Nivîskar bi çi zimanî nivîsî hesab dibe nivîskarê wî geliye. Yaşar Kemal bi tirkî dinivîse, lê Ahmed Xudêda bi farisî dinivîsîne. Lê şikir nivîskar Mûsa Enter, Îbrahîm Ehmed, Mehmed Uzun, Medenî Ferho, Salihê Kevirbir û yê mayîn êdî bi Kurdî dinivîsin). Mînak romanên Yaşar Kemale "Mehmedê Zirav”, "Lêgênda Çiyayê Sar”, romana Ehmed Xudêdaye "Bextê Gundî” min bi wergera rûsî û ermenî xwendine û wana hukmekî mezin ser min hîştine.
Category: Hevpeyvîn | Views: 493 | Added by: KDoz | Tags: Emerkê Serdar | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]