KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » tîrmeh/temûz » 21 » Evdalê Zeynikê li New Yorkê distirê
09:19
Evdalê Zeynikê li New Yorkê distirê
Belgesela jiyana pîrê dengbêjan Evdalê Zeynikê ya derhênerya wê Bulent Gunduzê li Srî Lanka xelatek hêja wergirtî, jibo yek ji girîngtirîn mihcrîcanên cîhanê Mihrîcana Filman ya New York International Independetê hat vexwendin. Li gor nûçeyek ANF komîteya mihrîcanê gelek pesnê belgeselê da û da diyarkirin ku wê jibo belgeselê galayek taybet were vekirin.

Mîhrîcana New York International Independetê ya ku ji hemû cîhanê, her kesê bi sînemayê re mijul dibe, dixwazin beşdar bibin, wê cara yekemîn malovanî ji filmek Kurdan re bike. Wê belgesela di derbarê jiyana Evdalê Zeynikê de jî, di mihrîcanê de bikeve pêşbaziyê.

Wê mihrîcana ku wê navdarên Hollywood’ê têde bejna xwe nîşna bidin, 22-29 Tîrmehê pêk were. Komîteya mihrîcanê ragihand ku wan ji ber wêjeya devokî filmê Evdalê Zeynikê pir serkeftî dîtiye û wê jibo nîşandana film demijmêr 22.15 yê 28’ê Tîrmehê galayek taybet vekin.

Senaryo û derhêneriya Gunduz girtiye ser xwe, di film de dengbêj Evdalê Zeynikê yê ji her cihek yên erdnîgariya Kurdistanê klamek, hewara serhildanekê, evînek winda tamkirî bi temaşevanan re were parvekirin.
Category: mona lîza | Views: 505 | Added by: Azad2009 | Tags: Evdalê Zeynikê, New York, Mihrîcan, festival, film | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]