KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » mijdar/sermawez » 18 » Ewropayê biryara şopandina fîlmê 'Kurtlar Vadisi-Filistin' da
12:51
Ewropayê biryara şopandina fîlmê 'Kurtlar Vadisi-Filistin' da
Filmê ‘Gurên Dola-Filîstînê’di Çileya 2011’an de dikeve vîzyonê. Di fîlm de ji ber mijarên nijadperestiyê ji niha da ket rojeva Ewropayê’Ajansa Nûçeyan Awusturyayê(APA) di derbarê fîlm bi tarzê James Bondê tirk, ku nehartiya yahudiyan dê zêdetir bike. Ji bo fîlm vê şiroveyê dike.’Ev Rambo hinek cûdaye. Di armanca Ramboyê yekemîn de welatên Sovyet û Asiyaya Rojhilat hene. Lê Rambo jî Emerîka û Îsraîl kiriye hedefa xwe.’



‘BI FÎLM QASAYÊN PERA TIJÎ BIBIN’


Ajansa Nûçeyan Awustruyayê (APA) diyar dike ku, fîlm bi giştî bin êrînên polîtîkaya Tirkiyê hatiye kişandin. "Di dimenên ku di fîlm de hatine kişandin aloziya li heremê û aloziya di têkiliyên di navbera Enqerê û Îsraîl hêjî zêdetir bike.”

Kovara Der Spîegel Elmanyayê jî destnîşan dike ku, fîlm Îsraîlê wek "Çavakniya xirabiyê” nişan daye û di nijadperetin tirk proveke bike.

Di nûçê yê de balê dikşîne li ser "Gurên Dola-Filîstînê” bi fîlm re di pêla nijadperestiyê di zêdir xurt bibe. "Nijadperestî, tundî û nostaljiya îslamê ketiye nav hevdû. Hêviyeke ji bo di dema serkeftina dewleta osmaniyan heye. Tenê li di her rewşê de qasayên pereyan tijî bibe û tirk eleqeye mezin nîşanê fîlm bidin.”

Çapemeniya Îsraîlê jî, ji niha de li dijî fîlm bertekên tund nişan dide. Rojnameya Yedîoth Ahronoth ji diyar dike ku, fîlm Îsraîl wek kujer nişan daye, bang li dewleta îsraîlê dike ku bikeve nav hewldanan.

Fîlmê "Gurên Dola-Filîstînê” ku li Almanyayê ji aliyê şîrketa Cînemaxê kiriye nav bernameya xwe. Tenê ji ber ku di fîlm de dimenên tundî û nîjadperestiyê zêdene. Biryara ku fîlm wê ji aliyê kijan komên temena bê temaşekirin hêjan nedane. Di beşa temenê kesên ku fîlm temaşebikin "Fîlm hêjî tê şopadin” hatiye nivîsandin.

Fîlmê bi navê "Gurên Dola-Iraqê” ku di sala 2006’an de di serî li Elmanya û li gelek bajarên Ewropayê rexneyên tund girtibûn.Di nav de saziyên Kurd û penaber, saziyên civakî û nûnerên partiyan ji bo fîlm bê qedexekirin ketibûn nav hewldanan. ji ANF
Category: Cîhan | Views: 431 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]