KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » hizêran/pûşper » 20 » Fermandar ji qada şer reviya
16:23
Fermandar ji qada şer reviya
Li Şemzînanê pevçûnên mezin ên di navbera Artêşa Tirk û HPG’ê de berdewam dikin û hejmara kuştiyên leşkeran gihîşt 20’an. Her wiha tê gotin 20 leşker jî birîndar in, herî kêm 8 helîkopter kuştî û birîndaran radike. Çavkaniyên HPG’ê jî gotin ku pevçûn didome.

Li gundê Bêsosin, Kalaşik û Tekeli yên bi ser Şemzînanê ve li dijî yekîneya leşkerî pêr saet di 02:00’an de êrîşek pêk hat. Pevçûna ku saetên şevê dest pê kir heta serê sibehê dom kir. Li gorî çavkaniyên Serfermandariya Giştî herî kêm 8 leşker hatine kuştin û 14 jî birîndar in.

TEQÎN: 2 LEŞKER MIRIN
Piştî vê çalakiyê ji bo herêmê pevçûn lê qewimî komando û helîkopter hate sewqkirin, ji bejahiyê jî obus û havan têne avêtin. Balafirên şer jî derbasî başûrê Kurdistanê bûn û herêma Başûr bombebaran dike. Di dema ku pevçûn diqewimîn di heman herêmê de agahiya teqînek din hat. Di teqînê de li gorî agahiyên destpêkê herî kêm 2 leşker hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.
BI HELÎKOPTERAN RADIKIN
Li gorî çavkaniyên HPG’ê pevçûnên dijwar berdewam dikin. Tê texmînkirin ku kuştî û birîndarên Artêşa Tirk gelek in. Hate daxuyandin ku êrîşa hewayî ya Artêşa Tirk saet û nîvekê berdewam kir. Çavkaniyên herêmî gotin ku kuştî û birîndar herî kêm bi 8 helîkopteran hatin rakirin.

JI QADÊ RÊVIYAN
Li gorî çavkaniyên herêmî di dema pevçûnê de berpirsyarên leşkerî yên Artêşa Tirk leşkerên xwe di cih de hiştine û reviyane. Li gorî çavkaniyên herêmî 20 leşker hatine kuştin û 19 jî birîndar in. Lê der barê vê mijarê de agahiyeke zelal nehatiye bidestxistin. Lê li gorî agahiyan  hejmara kuştî û birîndarên Artêşa Tirk ji daneyên fermî zêdetirin.

BOMBEBARANA BALEFIRAN
Piştî biserdagirtina şervanên HPG’ê balafirên şer yên artêşa hewayî ya Tirkiyeyê derbasê sînorê başûrê Kurdistanê bûn û herêma Sidekan û Xinereyê dan ber bombeyan. Hat hînbûn ku balafirên tirk yên şer cihên ku gel çûne zozanan û lê dimînin jî dane ber bombeyan. Hê naye zanîn ku ji ber vê bombebaranê windahiyek heye an na. Gundiyên herêmê ji ber fikara êrîşê cih û warê xwe hiştin û reviyan cihên ku karin xwe biparêzin.

Siyasetmedaran der barê pevçûna Şemzînanê de nêrînên xwe vegotin

Şerê li Şemzînanê li Tirkiyeyê dengveda. Çapemeniya tirk weşanên xwe rawestand û ji serê sibehê de agahiyên der barê pevçûnê de weşand. Pevçûna li Şemzînanê di heman demê de di nava siyasetmedaran jî dengveda. Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî, piştî êrîşa li Şemzînên pêk hat û 8 leşkeran hatin kuştin û 14 leşker birîndar bûn, xwest li herêmê Rewşa Awarte (OHAL) bê îlankirin. Bahçelî bi vê yekê jî nehat ser û xwest parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan neçin hevdîtinê bi Ocalan re nekin. Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan peyamek ji Serfermandariya Giştî re rêkir û got ku ‘ew ê heta PKK bi dawî dibe, şer bikin’. Serokomar Abdullah Gul jî peyameke nêzî ya Erdogan da û got: ‘Heta ‘teror’ bi dawî dibe şerê wan dê bidome.’ Serfermandarê Artîşa Tirk Îlker Başbug jî got ku ‘heta ku ‘terorîstek’ jî bimîne ew ê şer bikin’. Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu hikûmeta AKP’ê bi hinceta ‘tawîzan’ dide ‘terorê’ tewabanbar kir. Serokê Giştî yê Parlamentoyê Mehmet Alî Şahîn daxuyaniyeke balkêş da. Şahîn got: ‘Divê artêş agahiyên rast ên derbarê bûyerê de bide.


ji welat.org

Category: Welatê me | Views: 503 | Added by: KDoz | Tags: Gerîlla, HPG | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]