KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 24/05/15
Main » 2010 » eylûl/rezber » 16 » Fîrmayên Başûrê Kurdistanê xwe nedan ber telefon bibin Kurdî
12:54
Fîrmayên Başûrê Kurdistanê xwe nedan ber telefon bibin Kurdî
Xortê kurd ê bi navê Ugur Akar ku li Amedê menûyên telefonên destan wergerî kurmancî kir, bernameya soranî jî amade kir. Akar, xwest li Başûrê Kurdistanê li hemû telefonan kurdî bar bike. Lê fîrmaya ku soz da Akar, soza xwe bi cih neanî û telefon bê kurdî man.

 

Xortê amedî Ugur Akar, beriya salek û nîv bernameya menuya telefonên destan bi riya kurdîzanan wergerê kurmancî kir û li telefonên markeya bi navê TTN bar kir. Di nava salekî de bi deh hezaran telefonên TTN, ji ber eleqeya li hemberî kurmancî, li Tirkiye û Ewropayê hatin firotin. Şîrketa TTN ji ber vê yekê gelek pere qezenç kir. Ugur ku di vî warî de dengekî mezin veda û ji Kurdî Der’a Amedê xelata plaketê wergirt, xwest vê merîfeta xwe li Başûrê Kurdistanê jî nîşan bide. Ji ber vê yekê li Herêma Federal a Kurdistanê, bi xwediyê hin fîrmayan re kete nava danûstandinê û xwest zaravayê kurmancî û soranî li Başûr li hemû telefonan bar bike.

 

Akar ku ji rojnameya Rûdawê re axivî, ev tişt gotin: "Naxwazim nav bidim lê ez çûm Başûr, li wir me bi çend fîrmayan re hevdîtin pêk anî. Me li hev kir. Wan ji min xwest ku ez li vir bi fîrmayên mezin ên telefonan re ji wan re randevû eyar bikim. Min çend caran randevû eyar kir, xwe amade kir biçim Stenbolê, lê ew biraderên ji Başûr nehatin. Her carê tiştekî gotin, ev mesele taloq kirin. Ger ew li ser soza xwe bisekinîna, me dê li Hewlêrê, bernameya bi kurmancî û soranî li hemû telefonan bar bikira. Kurdî êdî dê bibûya zimanê teknolojiyê û di berîka hemû kesî de hebûya. Lê mixabin, ew birader li ser soza xwe nesekinîn.”

 

‘Me li ser markeya bi kurdî li hev kiribû’

 

Li gorî gotina Akar, wî xwestiye bi fîrmayek re li Başûr, telefoneke destan a aydê Herêma Kurdistanê hilberînin û markeya vê telefonê jî dê bi kurdî bûya. Ji ber vê yekê, ji bo avakirina tesîseke mezin a telefonên destan, wî projeyeke mezin amade kiriye. Lê ji ber fîrmayên Başûr neketine nava vî karî, ew jî neçar maye dev ji vê projeyê berde.

 

‘Ez dikarim zazakî jî bar bikim’

 

Li Amedê kî bixwaze, radihije telefona xwe, diçe ba Akar û ew bernameya bi kurdî li telefona wî bar dike.  Akar dixwaze ji xeynî kurmancî, zazakî jî bar bike. Lê ji ber ku karsazên kurd xwe nadin binê vî barî, ew nikare vê tecrûbeya xwe bi awayeke bi rêk û pêk, bixe xizmetê. Akar, wiha axivî: "Ez dixwazim bi hemû zaravayên kurdî menû amade bikim. Jixwe kurmancî amade ye, soranî jî pirsgirêk tune ye. Em bi kesekî ku baş bi zazakî dizane jî dikarin vê zaravayê li menûyê zêde bike. Lê divê hin kes xwe bidin bin vî barî. Çimkî êdî em di serdema teknolojiyê de ne. Heke kurdî nekeve nava bazara aborî û teknîkê, kurdî dê nikaribe li hemberî zimanên din ên cîhanê qayişkêşanî bike. Ev yek jî dê mirina ziman bi xwe re bîne.” Ugur Akar, da zanîn ku ew dikare kurdî li DVD, MP3, televîzyonan jî bar bike lê kes qedr û qîmeta karê wî nizane. ji Rûdaw

Category: Dîgîtal | Views: 499 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]