KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » hizêran/pûşper » 9 » “Geştek di Bîrweriya Çiyayê Kurmênc de” ji weşanên Sema derket
16:40
“Geştek di Bîrweriya Çiyayê Kurmênc de” ji weşanên Sema derket

Pirtûka nû ya Dezgehê Sema Kurd
"Geştek di Bîrweriya Çiyayê Kurmênc de” derket. Ev pirtûka ku bi
hevkariya di navbera Dezgeha Sema ya Çandî û Hunerî û Weşanxana El-Zeman
de hate çapkirin, ku bi destûra wezareta ragihandina Sûrî muhlet hatiye
standin û çapkirin.

Ev pirtûk, li ser jiyan û civaka
heremek ji herêmê Kurdistana Rojava, Efrîn ”Devera Çiyayê Kurmênc” ku
xelkê herêmê bi nav dike ye.

Ev berhem, ji zincîreya weşanên
Sema, hejmara, 33an e.


Bergê Pirtûkê ji dizayina Weşanxana
El-Zeman e.


Ev pirtûk, ji 275 rûpelan pêk
hatîye, dabeşkirî ye li ser 33ê beşan, hemî di derbarê herêma Efrînê de
ne; Danasîn, Cografiya, Taybetmendiyên herêmî, Irf û Adet, Bîr û
Bawerî…Hwd.


Û di beşê dawî yê pirtûkê de, gelek
wêneyên Herêmê hatine belav kirin, tevde di derbarê dîrok û arkolojiya
herêma Efrîn û sirûşta wê û folklora wê de ne.


Ev pirtûk dokumanterek gelek hêjaye
ji bo danasîna herêmê û geşt û guzarên ku bixwazin vê herêmê ji nêzîk ve
nas bikin.


ji semakurd.net
Category: Berhem | Views: 485 | Added by: KDoz | Tags: Pirtûk | Rating: 5.0/1
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]