KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 24/05/15
Main » 2010 » eylûl/rezber » 24 » Girtiyê Kurd R. Reşî di rewşek xerab deye
14:57
Girtiyê Kurd R. Reşî di rewşek xerab deye
Soran Reşî, kurê girtiyê Kurd Rehîm Reşî, ê di girtîgeha Mahabadê de, diyar kir, ku rewşa bavê wî gelek xerabe. Girtî Reşî greva xweyî birçîbûnê piştî 43 rojan dawî lê anî. Bi taybet ji ber kulbûna gurçik û mîdeya xwe gelek di rewşek xerab deye. Rehîm Reşî ji 26 tebaxê û virde di yekhucreyê de dimîne.

Soran, kurê Rehîm Reşî, ji bo serbestberdana bavê xwe bang li rêxistinên mafên mirovan kir.

Rehîm Reşî xelkê gundê Albilax yê Mehabadê ye, bi îdîaya ku wî alîkariya rêxistineke kurd kiriye roja 19 Tîrmehê hatibû girtin.
Category: Welatê me | Views: 401 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]