KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

pêncşeme, 24/05/16
Main » 2010 » eylûl/rezber » 24 » Google & YouTube tên herêma Kurdistanê
19:59
Google & YouTube tên herêma Kurdistanê
Şandeyeke wezareta bergiriyê ya hikûmeta Amerîkayê ya bi serokatiya Stan Lomîş li Hewlêrê serdana wezareta guhastin û gehandinê ya hikûmeta herêma Kurdistanê kirn û ji aliyê Enwer Cebelî Şabo wezîrê guhastin û gehandinê ve hat pêşwazî kirin.

Şandeya wezareta bergirya amerîkî di dîdarekê de behsa armanca serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê kir û got ku wan bi armanca ecamdana amadekariyan ji bo ku her du fîrmayên mezin Google û YouTube li herêma Kurdistanê karê sermayerazandinê bikin, serdana herêma Kurdistanê kiriye.

Malpera KurdPortal ragihand ku, Şabo jî kêfxweşiya xwe li hemer serdana şandeya wezareta bergirya hikûmeta Amerîkayê nîşan da û got ku wezareta guhastin û gehandinê ya hikûmeta herêma Kurdistanê dê hemû hêsankarî û hevkariyê bi Google û YouTube re bike, da ku di karê xwe yê berhemînanê de li herêma Kurdistanê serbikevin.

Category: Dîgîtal | Views: 513 | Added by: KDoz | Tags: google, Herêm, youtube, Kurdistan | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]