KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » hizêran/pûşper » 6 » Hêsantirîn rêya zeîfbûnê xew e
18:23
Hêsantirîn rêya zeîfbûnê xew e
Di lêkolîneke Zanîngeha Chicagoyê de derketiye ku ji bo kêmbûna giraniya laşê mirov, xewkirin baştirîn rê ye.

Zanayên bijîşk ên warê werziş û xurekê radigihîn ku xew di kêmbûna giraniya laşê mirov de bandoreke zêde heye lê kesên ku bi wê rêyê ve xwe zeîf dikin, divê agahdarî jiyan, cureya xurek û dema xewê bibin.

Nivîskarê pirtûka Zeyîfiyê D. Luis Aron dibêje; kesê ku pir dixewê, dê qonax bi qonax zeîf bibe.

Di lêkolînekê de ku ji aliyê lêkolerên Zanîngeha Chicagoyê ve hatiye kirin, kêmxewî dibe sedema çêbûna arîşeyan di hormonên laş de. Herweha ew dibe sedema kêmberdana  leptinê ku ev made bo hestkirina têrbûna ji xwarinê alîkariya laş dike.

Digel zêdebûna madeya grelinê ku madeyeke hana birçitiyê dide, mirov hest bi birçîtiyê dike û li dûv xwarinê  digere. Eger kesek birçî jî nebe ew made wiha li wî dike ku ew bixwaze xwarin bixwe. Lewra xewkirin ji bo kêmkirina giraniya laşê mirov roleke girîng heye.

Di wê lêkolînê de ew jî hatiye diyarkirin ku 6 saet xew di laşê mirov de baştirîn cure xewkirin e.


ji warvin.org

Category: Tenduristî | Views: 521 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]