KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » tebax/gelawêj » 31 » Hevpeyvîn bi Hunermend Şiyar Agirî re: "Piraniya hunermendan ji jiyana xwe nerazîne"
18:31
Hevpeyvîn bi Hunermend Şiyar Agirî re: "Piraniya hunermendan ji jiyana xwe nerazîne"
:

Hunermend Şiyar Agirî li bajarê şewatê, li bajarê ku bihna dîrokê jê difore, li bajarê ku bûyî dergûşa hunermend û gelek nivîskarên cihê rêzê, tê dinyayê. Ew li bajarê Amûdê ku hembêza xwe ji gelek nivîskar û pêşengên kurdan re vekirî, çavê xwe vedike. Heta niha 7 albûm derxistine. Ji wan 5 stran û 2 mûzîk.

  • sala 1997 "Dosto",
  • sala 1998 berhemea mûzîk,
  • sala 1999 "Ez berwarim" mûzîk,
  • sala 2000 "Hukmeta xwedê",
  • sala 2003 "Cotê Kewa min"
  • sala 2005 berhema "Dilip û sêlib" û berhemek Mûzîkê belav dike

Kekê Şiyar, ev demeke dirêje tu di nava hunerê de yî û tembûra te her hevala te ya yekemîne, lê nizanim kekê Şiyar çi kir, çi dike, niha li kû sekinye…em derbasî nava çîroka hatî gotin û ya nehatî gotin bibin, bila her tişt zelal û li ser berikê be da mafê tu kesan neyê xwarin?

Şiyar Agirî: Destpêkê ez li Amûdê bûm. Lê li sala 1994 ez çûm  bajarê Helebê û li wir min stûdyo amedekir bi rengekî nû ku hîn kurda wê demê bi dirbeke û bizqê kasêtên xwe çêdikirin, lê min bi baxleme, Keman, billûr, zirine û cas û gîtar rengekek nû da mûzîkê. Li wê demê kes nema xwe li min negirt û gelek kes ji wan bi xêra wê mûzîkê navdar bûn. Lê paşê bi çend çepikan serê wan mezin bû û dev avêtin min.  Lê min karê xwe berdewamkir, min bi hezaran kasêt  ji hunermendan re tomarkir. Li sala 2005 vegeriyam bajarê Qamişlo, min nerî ew kesên ku li ber destê min fêr dibûn bi dehan stûdyo vekirine û dev avêtin min. Digotin; Şiyar kevin bûye, Şiyar dîn bûye! Dixwestin navê min xirab bikin. Lê ez di wê baweriyê de bûm ku ev qelsbûn û lawazbûna wan ya di hunerê de dide diyarkirin. Bêgoman, kesên zana û têgihiştî ji wan bawer nedikirin û berevajî vê yên nezan gelekan ji wan bawer. Heta kasêtên ku min di wê demê de ji hunermendan re çêdikirin belav nedikirin, û aramanc ew bû navê min xirab bikin. Lê min li berxweda û ez çûm Tirkî, li wir min gelek naskirin û didan diyarkirin ku pêdivîbû ev naskirin ji berê de hebane, bi rastî dilxweşiya xwe bi naskirina min anîn ziman û heta didan diyar kirin" ev tu li kû bûyî?".  Keko, ez ji rastiyê hez dikim û wek gelekan nikarim ji partiyan re, ji şirketan re, ji televîzyonan re bidim ber çepikan. Jiber wê yekê keyfa gelekan ji min re nayê. Li sala 2000 strana bi navê Hucra Tarî min û hevalê xwe Îbo nivîsand û xwend, paşê Hozan Kawa jî xwend, lê mixabin heta îro kes nizanê ev stran ya me ye, jiber ku Kawa li Ewrupaye û bi navê xwe derxist, strana Birader dixwînê ya bi navê Ereba min, ew min Arîncorî dayê, lê mixabin navê min nenivîsand. Di kasêt û konsêrên ku gelek hunermedên Ewrupa dayîn, min alîkarî da wan, lê piştî vedigeriyan Ewrupa pişta xwe didan û qet li min nedipirsiyan. Min ji destên kesne gelek zehemtî û êş kişand û ez ê hêj bikşînim û ez ê ji rastiyê newim xwar. Niha stûdyoya xwe amade dikim li rojava û li Bakur,  ez ê berhema xwe ya sala 2011 amade dikim bi mûzîkeke nû ne wek hindek kesan teqlîdê dikin û min got ez ê ji tu kesan re çepkan nexim. Lê bi rastî ez ji dil û can sipasiya Kurdsat dikim ku ev 10 salin klîpa min ya bi navê "Hukmeta xwedê" belav dikin û heta îro jî diweşînin û kilîpa min ya bi navê Bavê şeveqa me li ser Dengê TV tê weşandin û TVya Batmanê jiber Tvya min a dine û mala wan ava.

Heta îro Şiyar Agirî di jiyana xwe ya hunerî de çi astengî dîtin, gelo we karî hûn wan birînan derman bikin?

 Şiyar Agirî: Hunera rast, hunermedê ku dixwazê di nava vê hunerê de bimeşe û li gor rastiya hunerê bizavê bike û rêzê ji taybetmendiyên afirîneriyê re bigirê û bi huner neleyizê jiyana xwe tev zehmete, bi êşe, tev kelem û astengîne. Min li jor behsa hindek karê xwe kir. Dermanê vê birînê zehmete, hêj ji serdemên kevin de ev birîn hene û wê hebin û wê berdewam bin. Ez ya li ser xwe dikim, lê ew gelekin û em hindikin, ew partîne û Tvne û em hunermendin. Bêgoman rastî tucar winda nabe, lê mixabin gelek caran ev rastî ne di dema xwe derdikeve. Gelek hunermend piştî mirin navdar bûn, lê dema sax kesekî ew nasnedikrin, lê ez dibêjim ger wê demê hatibane naskirin wê hunera wan xurtirbane.

Di nêrîna we de huner çi ye û heta çi astê kesên xwe dikin hunermend û bi navê huneremdiyê diaxivin erkên hunermediyê bi cih anîne?

 

Şiyar Agirî: Ne her kesên ku çapik jêre hatin lêxistin hunermende, mirov bi TV û klîpan nabe hunermend. Pêdiviye tu rastiyê bide pêşiya miletê xwe, ne ku tu wan bi gotina bixapînî û mejiyê keç û xortan bileyizê, yan bi navê tiştine bi rûmet navê xwe bike hunermend, na! Ger te xelkê xwe zane kir û milet li pey te meşî wê demê tu hunermendî, anko wek nimûna şivan û pez, lê mixabin îro şivan li pey pez dimeşê jibo navê xwe!

 Di nava vê cîhana hunerê de Şiyar Agirî çi aşop (xeyal) dikir û ji xewnên we çi pêk hatin?

Şiyar Agirî: Raste, huner bi xwe li ser xewn û xeyalan avadibe. Tişta ku min kir, min  mûzîk li derdora xwe û hevalên xwe yên çavgirtî belavkir û min çavê wan vekir li ser pêşketina Mûzîkê. Ji ber di wê demê de wek min berê jî gotî, huner li derdora me bi tembûr û derbikekê hatibû naskirin, min ew kesane berû delwemdiya mûzîkê ve bir, min çavê wan li ser mûzîka nûjeniyê vekir. Bi rastî gelakn ji wan li piştve li min xistin, lê tiştek nabe dibe ku rojekê mejiyê xwe vegerînin, şiyar bibin ka berê çibûn û niha çi ne?

 Heta îro we gelek stran gotine, stran çêkirine, gelo ji van stranan yên we kîjan hunermedan gotine(bi destûra we yan jî bê destûr)û te tu çend ji vê yekê raziyî?

Şiyar Agirî: Min di pirsa din de bersiva vê pirsê dabû, lê dixwazim li ser temam bikim. Kawa ji min xwest strana "Hucra Tarî" bêjê, min got tiştek nabe, ser çava. Lê piştî min li ser TV dît ku navê min li ser nîne, paşê telefona min kir got ez ê strana "Rastî" bixwînim. Dîsa min got ser çava, lê te çima navê min li ser strana Hucra Tarî nenivîsand? Got ku derhêner jibîrkiriye û got ez ê navê te li ser ya Rastî binivîsim. Rojekê min dît va ew Hesen Şerîf li ser TVane û Kawa strana Rastî distirînê. Dema stran bi dawî bû, got destên Xelîl Xemgîn û Seyîd Xan xweş jiber li min vegerandin, lê qet behsa xudanê stranê nekir ku bi şev û roj xew neketiye çavan ta ku ev stran amade kiriye. Belê, stran ser rastiyê ye, navê wê rastiye û Kawa strand û rastiya wê negot, de ka hûn vê yekê çawa dibînin?

 Şiyar Agirî ji jiyana xwe û ji hunera xwe raziye?

Şiyar Agirî: Piraniya hunermendan ji jiyana xwe nerazîne. Û ez çima ne razîme? Jiber pir tişt di serê min de hene û ez ditirism ku hemû dernekvin, heta  niha hindek jê derketine, lê gelek cara tiştên mirov dernakevin jiber ku em karê hunerê dikin û li derdora mirov pir hene naxwazin hunera rast derkeve, jibo armanc û mebestên xwe çend kesan derdixin pêş û ji milet re didin diyar kirin ku ev hunermendin û piştî ku ev kesan digihin armancên xwe wan diavêjin û hindek kesên din derdixin pêş.  Em jî li ber lingan diçin, gelo em ê karê huneriyê bikin  yan em ê li dijî van kesan rawestin? Nahêlin mejiyê me rehet be!

 Gotina dawî?

Şiyar Agirî: Ez sipasiya birayê xwe Demhat Dêrikî û rojname War dikim jiber vê rastiya windayî ji miletê me re dide diyar kirin û ez bi hêvîme hûn her li pêş bikevin û pir rastiyên windayî ji meletê me yê belangaz re zelal û eşkere bikin.


Demhat Dêrikî | www.rojnamawar.com

Category: Hevpeyvîn | Views: 818 | Added by: KDoz | Tags: Kawa, Hucra Tarî, Hozan, Rastî, Şiyar Agirî | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]