KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

pêncşeme, 24/05/16
Main » 2010 » eylûl/rezber » 4 » Hevpeyvîn bi syasetmedara Kurd Evîn Çetîn re
18:55
Hevpeyvîn bi syasetmedara Kurd Evîn Çetîn re
Sîyasetmedar û endama Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê Evîn Çetîn ragihand ku kurd li Ewrûpayê lewazin û pêwîstî bi lobîyeke bihêz heye. Çetîn daxwaz ji kurdên nîştecî yên Ewrûpayê jî dike ku beşdarî siyasetê bibin û bi wê rêyê jî nûnertiya neteweyî ya kurdan bikin û daxwaz û pirsên kurdan bigihînin cîhanê.

Rola Evîn Çetîn wek jineke kurd di çareseriya pirsa neteweyî de çi ye?

Evîn Çetîn: Hebûna her kurdekî di parlamentoya welatên ewrûpî û parlamentoya  Ewrûpayê sûdeke zêde bo doza kurdî digihîne. Çimkî bi vî awayî kurd dikarin arîşe û daxwazên neteweyî yên xwe bigîhînin netewe û welatên cuda yên cîhanê.  Neteweya kurd pêwîstî bi siyaset û lobî heye. Em wek kurd di van aliyan de lewazin. Niha siyaseta cîhanê li ser bingeha karê dîplomasî û xebata lobiyê bi rê ve diçe. Lewra bi ya min pir girîng e ku ciwanên kurd ên nîşteciyên Ewrûpayê beşdarî siyasê bin û nûnertiya neteweya xwe bikin, daxwaz û arîşeyên neteweyên xwe nîşan bidin.

Tu tenê bo bakurê Kurdistanê kar dikî an bo perçeyên din jî?

Evîn Çetîn: Karesate Helebçeyê, Enfal û qirkirina li hemberî neteweya kurd hatine peyrewkirin û kes jî nikare li hemberî wê pirsê çavên xwe bigire. Divê di destpêkê de dagirkerên Kurdistanê û hemû welatên cîhanê nemaze Ewrûpa, wê rastiyê qebûl bikin. Di kongreya Partiya Sosyal Demokrat de ku ez jî endama wê me, karesata Helebçeyê wek qirkirinê hate qebûlkirin. Di vî warî de siyaseta wê aşkere ye. Îsal di salvegera karesata Helebçeyê de serokê partiya me Mona Solin ew qetlîamê şermezar kir. Rast e karesata Helebçeyê Enfal û hemû qetlîamên din ên li hemberî kurdan li seranserê Kurdistanê wek tawan tê nasîn lê wek ku min di serî de got, ji bo ku ew rastî ji aliyê yên din jî bê qebûlkirin, pêwîst e kurd bo xwe bibe hêz. Eger em di nav partî, parlamentoyên welatên ewrûpî de hêzeke siyasî û dîplomasî danemezrînin, nabin xwedana lobiyeke bihêz û nikarin tu tiştekî bi kesekî bidin qebûlkirin.

Dagirkerên Kurdistanê di hemû cihekî de lobiyeke bihêz hene û mixabin bi wê rêyê ve dikarin karên xirab jî bidine qebûlkirin. Lê êdî em wek kurd jî di serdemeke wiha de ne ku gelek derfet hene ku hatine pêş. Ez dikarim bibin hêzeke mezin û daxwaz û doza neteweyî ya gelê xwe di hemû meydanên cîhanê de bînin ziman. Ez hêvîdar im di dahatûyeke nêz de Helebçe û hemû tawayên li hemberî kurdan hatine kirin, di seranserê cîhanê de wek tawan bên nasîn û lêpirsîn digel berpirsên wan tawanan bê kirin.

Niha te xwe bo hilbijartina parlamentoya Swêdê kiriye namzet. Daxwaza te ji kurdên li Ewrûpayê çi ne?

Evîn Çetîn: Neteweya kurd ku hejmara wê ji 40 mîlyonan zêdetir e, niha gelek arîşeyên mezin hene. Li Tirkiye, Îran, Sûriyeyê di jêr êrîşên mezin de ne û siyaseta tunekirinê li dijî wê tê peyrewkirin. Neteweya kurd jî wek neteweyên din ên cîhanê mafê demokrastî û azadiyê heye.  Têkoşerên kurd rewatirîn têkoşerên azadiyê ne. Pirsa kurdî li Rojhilata Navîn û cîhanê pirseke mezin e û divê were çareserkirin. Kurdistan mafê azadbûnê heye. Divê wek gelên din ên cîhanê hemû mafên kurdan wek neteweyî, siyasî, civakî, aborî, hunerî û kulturî bên dabînkrin.

Dagirkerên Kurdistanê wek Îran, Tirkiye û Sûriye cografya, nasname, ziman û hemû hebûnên kurdan binpê dikin. Di demekê de ku qala cîhanîbûnê (Globalîzm) tê kirin û banga demokrasî û azadiyê tê kirin, hêj çewsandina kurdan bi şêweyekî sîstematîk berdewam e. Hemû cîhan di çareserkirina pirsa kurdî de berpirsiyar in.


Di van demên dawî de çendîn keçên kurd li Îranê hatin destgîrkirin. Tu ji bo wan keçan çi dikî?

Evîn Çetîn: Rejîma Îranê di niha de ku serdemekî nûjen  û modern e, tawanên pir mezin dike û kurdan wek qurbanî bi darve dike. Bi sedan keç û kurên kurd, bi tometa neselmandî dixine zindanê û dikujin. Ew dixwaze bi xwîna kurdan temenê rejîma xwe dirêj bike. Lê ti car zilm û zorî di cîhanê de berdewam nabe. Îran jî nikare bi vî awayî berdewam be. Ez hewl didim bibim dengên wan keç û kuran ku di zîndanên Îran, Tirkiye û Sûriyeyê de ne.

Bo wê pirsê xebata me digel rêxistinên mafên mirovan berdewam e. Ez di wê baweriyê de me ku eger em biçin parlamentoyê bo gihandina dengên zindaniyan derfeteke zêde dê bo me çê bibe. Ew zilm û zoriya ku Îranê li kurdan dike, divê bibe sedema yekîtiyeke bihêz di nav kurdan e. Divê kurd li hemberî zilma dagirkeran destê hevdu bigirin û di têkoşîna xwe ya rewa de berdewam bin.

Hevpeyvîn: Diyarî Mihemed | Warvîn.org

Evîn Çetîn Kiye?

Evin Çetin di sala 1984 de ji dayik bûye. Bi eslê xwe ji Nisêbîna girêdayî Mêrdînê ye. Hîna du sal bû bi malbata xwe re koçberî Swêdê kir
Category: Hevpeyvîn | Views: 428 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]