KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » mijdar/sermawez » 20 » Hevpeyvîn li gel kickboksvana Kurd Bêrîvan Ay
20:48
Hevpeyvîn li gel kickboksvana Kurd Bêrîvan Ay

Kîckboksvana 18 salî keça Kurd Bêrîvan Ay ku li Belgrada Sirbîstanê di pêşbirka kîckboksê ya cîhanê de xelata sêyemîn wergirt, diyar kir ku xortên li Amedê jê ditirsin û got: "Ez tirs û xofa dilê xortan im!”

Keça Amedê Bêrîvan Ay ku bi hevala xwe Şîrwan Alan re di bipişbêrka kîckboksê yên cîhanê de li Sirbîstanê bûn sêyemîn û bi xelateke qerase vegeriya Amedê.

Te kengê û çawa dest bi kîckboksê kir?

Bêrîvan Ay: Di 10 saliya xwe de, bi pêşniyara bavê xwe min dest bi kîckboksê kir. Ji bo ku xwe biparêzim, çûm kîckboksê. Malbata min piştgirî da min û bi her awayî pêşiya min vekir. Ji ber ku apên min, xalên min diçûn tekwando û kareteyê, m in jî bi tekvandoyê dest bi sporê kir. Piştre derbasî kîckboksê bûm. Ev 3 salin bi awayeke profesyonel kîckboks dikim. Berê min di beşa biçûk û sitêrkan de kîckboks dikir, piştre derbasî beşa ciwanan bûm.

Te heta niha li Tirkiyeyê çend xelat wergirtin?

Bêrîvan Ay: Heta niha li Tirkiyeyê min 9 xelat wergirtin. Li bajarên weke Elezîz, Îzmîr, Antalya, Nevşehîr, Tokat û li hin bajarên din ketim pêşbaziyan û di hemûyan de jî bûm yekemîna Tirkiyeyê.

Ji vir û şûnde armancên te çi ne?

Bêrîvan Ay: Êdî armanca min mezin e. Ez li Belgrada Sirbîstanê, di şampiyoniya cîhanê de, di asta 60 kîlo de bûm sêyemîn. Niha dixwazim bibim şampiyona cîhanê. Armanca min pir bilind e. Dixwazim heta olîmpiyatan biçim. Ger mamosteyê me jî piştgirî bide min, ez ê bigihijim armanca xwe.

Derdora te ji ber vê pîşeya te refleks nîşan nadin?

Bêrîvan Ay: Bavê min qet nexwendiye. Lê digel vê yekê jî mirovekî pêşverû û nûjen e. Pir piştgirî dide min. Tim li pişta min e.

Di malbata we de zêdetir bi kurdî tê axaftin an bi tirkî?

Bêrîvan Ay: Dê û bavên min carna bi kurdî diaxivin, lê piranî bi tirkî danûstandin dikin. Ez jî hewl didim ji wan hin kurdî hîn bibim. Lê mixabin ji ber ku tim li mala me bi tirkî tê axaftin, kurdiya min pêş neket. Kurdiya min pir qels e.

Dema ku tu bi kurdî nikaribî derdê xwe bibêjî, aciz dibî?

Bêrîvan Ay: Ez gelek dixwazim bikaribim bi kurdî biaxivim. Lê di kurdî de hinekî zehmetî dikişînim. Ez ez ê muheqeq kurdî fêr bibim û hemû derd û kulên xwe, armancê xwe bi kurdî vebêjim. Çimkî kurdî zimanê min e û divê ez vî zimanî hîn bibim. Ji ber ku kurdî nizanim, gelek diêşim, diqehirim, carna pir hêrs dibim.

Xortên ku dizanin tu kîckboks dikî, çawa nêzikî te dibin?

Bêrîvan Ay: Gelek caran dema diçim dibistanê, henekên xwe bi min dikin. Li nava kuçeyê li pey min diqîrin û dibêjin "Keçika delal ka were em maçek bikin.” Ez jî nerazîbûn nîşanî wan didim. Carna jî dikenim û derbas dibim. Xort ecêb in, dema jinên jixwe bihêztir dibînin, pir dihesidin. Hesûdiya min dikin. Lê ji tirsan nikarin nêzî min bibin. Ez tirs û xofa dilê xortan im.

Spora profesyonel bandor li xwendina te nake?

Bêrîvan Ay: Çawa nake? Gelek dike. Sala bê, ez ê dest bi zanîngehê bikim. Kesên ku li cîhanê bikevin dereceyê û xelat werbigrin, bi awayeke rasterast dikarin di Beşa Mamostetiya Bedenê de, li zanîngehek bixwînin. Ez ê jî wisa bikim. Sala bê hem dixwînim û hem jî pîşeya xwe ya kîckboksê dikim.

Kesên di musabeqeyan de, dema dibîhizin navê te Bêrîvan e, çawa nêzî te dibin?

Bêrîvan Ay: Pirsa pêşîn ev e;  "Tu kurd î?”. Ez jî dibêjim ez kurd im. Bi vî awayî zexteke psîkolojîk li ser min û hevalên min heye. Lê tu caran ji kurdbûna xwe şerm nakim. Li her derê û li hemû musabeqeyan ji hevalên xwe re dibêjim ez kurd im û bi kurdbûna xwe jî kêfxweş û şanaz im. Ez keçikeke kurd im û kurdî baş nizanibim jî ji navê min diyar e ez çi me.

Ji bo kurdbûna te çi dibêjin?

Bêrîvan Ay: Ez bîranîneke xwe bi we re parve bikim. Rojekî ez li Îzmîrê tevli musabeqeyek bûm. Ji min pirsîn ka ez ji ku me. Min jî got ez ji Amedê me. Gotin malbata te çawa destûr dide te, tu têyî van deran? Ew bawer nakin ku malbateke kurd dikare destûr bide keça xwe û keça wan bibe kîckboksvaneke jîr. Yek ji reqîban ji min re got "tu terorîst î”, gotinên nexweş ji nasnameya min  a kurdbûnê re got. Ez jî pir aciz bûm. Lê tesadûfeke ecêb, ew keçik di musabeqeyan de bû reqîba min. Di rîngê de, bi hêrse mezin di ser wê de çûm û min pir zû ew têk bir. Wê wenda kir, lê ez bûm yekemîn.

Dilar Sewledar | warvîn.org/la


Category: Hevpeyvîn | Views: 617 | Added by: KDoz | Tags: Bêrîvan Ay | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]