KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

pêncşeme, 24/05/16
Main » 2010 » eylûl/rezber » 5 » Heyeta BDP û KCD li Silêmaniyê bi Serokkomar Talebanî re civiyan
14:27
Heyeta BDP û KCD li Silêmaniyê bi Serokkomar Talebanî re civiyan
Îro serokkomarê Iraqê Celal Talebanî li bajarê Silêmaniyê pêşwazî li şandeya KCD û BDP’ê a bi serokatiya Ahmed Turk kir.

Di hevdîtinekê de rewşa siyasî a navçeyê, xurtkirina têkiliyên navbera her du aliyan, peywendiya hêzên siyasî yên Kurdistanê digel hevdu û dîtina rêçareyekê ji bo pirsa kurd bi awayekî aştiyane, hate gotûbêjkirin.

Wek tê zanîn vê sibehê şandeya KCD û BDP’ê bi serdanekê hate Silêmaniyê.

Şande ku Ahmed Turk serokatiya wê dike, pêk tê ji hevseroka KCD Aysel Tugluk, serokê koma BDP’ê Bengî Yildiz, parlementerê Mûşê Sirri Sakik, nûnerê Hewlêrê Rûşen Mahmutoglu û nivîskar Altan Tan.

Category: Welatê me | Views: 370 | Added by: KDoz | Tags: Silêmanî, BDP, Aysel Tugluk, Talebani, KCD, Ahmed Turk | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]