KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » tîrmeh/temûz » 24 » Heyetek BDP'ê diçe Paytexta Herêma Kurdistanê
18:32
Heyetek BDP'ê diçe Paytexta Herêma Kurdistanê
ANF | Roja 28 tîrmehê heyetek BDP’ê, jibo planên konferansa netewî ku demek dirêje tê behskirin û jibo vekirina nûnertiya BDP’ê ya li Hewlêr, biçe Herêma Kurdistana Federal. Tê hevîkirin ku wê heyeta BDP’ê di bin serokatiya Hevserokê berê yê DTP’ê Ehmed Turk û parlementera qedexeya siyasî li ser Aysel Tugluk de, biçe Hewlêrê. Wê heyet 28’ê Tîrmehê bi Serokê Herêma Kurdistan Mesud Barzanî re û nûnerên hemû partiyên siyasî û rêxistinan re hevdîtin pêk bîne.

Mijara din ya serdana BDP, vekirina nûnertiya BDP’ê ya li Herêma Kurdistanê ye. Wê BDP jibo vê yekê bi fermî ser lêdan bike. BDP’ê ji niha ve nunertiya xwe ya li Hewlêrê amade kiriye. Wê endama BDP’ê Parêzer Rûşen Çakiroglu jibo nuneriyê bişînin Hewlêrê.



Category: Welatê me | Views: 383 | Added by: KDoz | Tags: Herêm, Hewlêr, BDP, Partî, Kurdistan, Barzanî | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]