KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » mijdar/sermawez » 24 » Hijmara 35 ji Kovara "W"
14:00
Hijmara 35 ji Kovara "W"
Dema mirov li rewşa wêje û gelê kurd û pergala harhar û barbar binihêre
û ji ser van parametrayan bifikire, gotina Albert Camusê ku dibêje "Karê min
nivîsandina pirtûkan e; dema ku mirov û gelê min bên tehdîtkirin jî şerkirin e.
Hemû ev e.” tê bîra mirov. Albert bi xwe jî dibêje ku "der barê exlaq de ez bi
çi zanibim, bi saya serê goga lingan e.” Îcar camêr radibe exlaqê ku stûna
karakterê mirovahiyê ye ji goga lingan hîn dibe lê dewleta ku bi lingê xwe yê
gemarî nikare were dîwanxaneya kurdan ji galoşdankên mîna TRT altıyê çend
galoşan dixe lingên xwe û dixwaze derbasî dîwanxaneya kurdan bibe. Ji aliyê
dîtir ve jî sazkarê Artûklûyê jî dibêje "Naezûbîllah!” û "bi vê qûşê ew ê
negihêjin Mûşê.” Bêguman ji mafê wan kesên ku di guhê gê dijîn e wê wekî
pêşketinekê an jî şoreşekê bi nav dikin. Şoreş, Agir Adarê Pirsûsî ye ku ji
polîsan re dibêje "ez bi tirkî nizanim”, şoreş li Geverê ye, şoreş AzadiyaWelat
e ku çendîn xebatkar, belavkar, nivîskarên wê hatibin kuştin jî hê jî li ser
lingan e. Qanihbûn marjînalbûn e, bi sînorbûn e, biryara xeniqînê ye! Îro roj
heke Artûklû ji bo beşa wêjeya kurdî xwendekarên lîsansa bilind bistîne dê ev
di devê dewletê de bibe benîşt û dê tu carî Perwerdehiya Bi Zimanê Kurdî neyê rojevê.
Ji ber vê hinde jî lîsansa bilind li pişta dewletê radibe û perwerdehiya bi
zimanê kurdî jî diçe ber golikan. Me berê jî dabû xuyakirin em ê niha jî dubare
bikin, kurt û kurmancî kesên ku çavên wan li Artûklûyê ne bila ji dêvilaWyê ji
xwe re li aveke din bigerin. An kew e yan xew e û her kes azad e di fikirên xwe
de! Derew û xapandinên AKP’ê û pOLîtîkaya dewletê yek bi yek aşkera dibin.
Jixwe têra xwe eyan û beyan e ku boykotkirina dibistanan adrenalîna dewletê
zêde kir û li ser eniya wan xwêdaneke zîpik zîpikî çêbû. Dewlet jî dizane
darikê kurdan û yê wê encax di meseleya dibistanan de ji hev bişikên, ji ber ku
perwerdehiya bi kurdî kincê dewletê bi avê de berdide. Ligel van tiştan wa ye
bersûcên(?) KCK’ê xwestin xwe bi kurdî biparêzin lê dadger û dozgeran nehiştin
ku ev daxwaz bi cih bê! Ji ber ku ev doz dozeke siyasî ye, dadger û dozger jî
dizanin parastina bi kurdî ji bo dadgehê -ku mirov bi zimanê zarokan bibêje-
bivikê ye. Lê me li ber xwe da, em li ber xwe didin, em ê li ber xwe bidin. Vê
hejmarê jî jixwe dosyeya me li ser "Şanoya Kurdî” bû. Me xwest em "Şanoya
Kurdî” qet nebe bînin rojevê. Û di vê hejmarê de jî em CD’ya "Mala Dînan” an jî
"Mala Extiyaran” a ku berhemeke Koma Şanoyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê
ye jî wekî diyarî bidin xwendevanên xwe. Û me xwendevanên xwe yên li girtîgehan
jî ji bîr nekirin, ji ber ku girtîgeh CD’yan qebûl nakin em ji dêvila CD’yê
pirtûka "Mala dînan” û ya "Mala extiyaran” a M. Emîn Yalçinkaya wekî diyarî
didin xwendevanên xwe yên li girtîgehan. Di vê hejmarê de ji bo ked û alîkariya
wan em spasiyên xwe pêşkêşî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û zimanhez birêz
Hecî Haspolat dikin. Di hejmara borî di hevpeyvîna ku Lal Laleş bi Kawa Nemir
re kiriye de, di pirsa dawîn de ji ber pirsgirêkeke teknîkî bersiva Kawa Nemir
qut bûye. Awayê qutnebûyî wiha ye, "L.L: Çawa gotî, destpêkên me bi dawiyên me
nizanin; em bên di peyvê re derkevin! Tu wekî helbestkar, nivîskar,wergêr û
edîtor, lê beriya hemûyan jî wekî helbestkar, mebesta jiyana te peyva te ye.
Jêderkên peyva te çi ne? K.N: Ez kurt lê xim! Deşta min a dûr e; Îdira
zarokatiya min e. Stenbol e; bajarê bêdawî. Jina min e. Jana qerase ya ku ez pê
re zewicîm. Kurê min e. Diya min e.” Ji ber vê pirsgirêkê em ji Lal Laleş, Kawa
Nemir û xwendevanênWyê lêborîna xwe dixwazin. Meha borî du kedkarên ziman, wêje
û dîroka kurdî Torî (Kemal IŞIK) û Îsmaîl GOLDAŞ jiyana xwe ji dest dan.Wek
Enstîtuya Kurdî ya Amedê û KovaraWyê em spasdarê keda wan in û em dibêjin; serê
malbata wan û gelê kurd sax be. Em ê her li ser şopa wan bin. Ji mêj ve bû ku
me dixwest em dosyeyeke berfireh li ser "Têkiliyên wêje û polîtîkayê, wêjeya
polîtîk” amade bikin. Va ye dema wê hat. Em ji hemû nivîskar û xwendevanên xwe
dipên ku bi xebat, nivîs, pêşniyaz û wergerên li ser vê babetê beşdarî vê
dosyeya me bibin. Ji bo dosyeya "Têkiliyên wêje û polîtîkayê, wêjeya polîtîk”
herî dereng heta 15.12.2010’an nivîs bigihên me, em ê kêfxweş bibin. Dîsa bi
heman awayî Dosyeya Adar-Avrêla 2011’an "Li Ba JinanWêjeya Kurdî” ye. Herî
dereng divê heta 15’ê Reşemiya 2011’an nivîs werin ber destên me. Kesên ku
dixwazin beşdarî dosyeyên me bibin bi awayekî xwe bigihînin me û haya me pê
bixin em ê kêfxweş bibin. Daxwaziyeke me ya din ji nivîskarên me heye, berî ku
nivîsên xwe bişînin carekê be jî ji aliyê rastnivîs û mantiqa jiyanê ve kontrol
bikin dê gelekî baş be. Û wekî prensîb nivîsên ku berê di cihekî de hatine
weşandin –malper û bi taybetî jî Facebook - em naweşînin. Em
hêvîdar in ku ev xal jî dê di bîra nivîskarên me de be. Û em dibêjin ku Cejna
we ya Qurbanê pîroz be. Bi hêviya ku êdî dilopek xwîn nerije! Li benda azadiyê
bin!

edîtora Kovara "W"
Category: Berhem | Views: 413 | Added by: KDoz | Tags: Amed, kovar | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]