KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2011 » nîsan/avrêl » 7 » Hikûmeta herêm Kurdistanê êrişa HRK a li Merîwanê şermezar kir
12:57
Hikûmeta herêm Kurdistanê êrişa HRK a li Merîwanê şermezar kir
Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê vê yekê de di malpera xwe ya fermî de daxwiyaniyek da û çalakiyê şermezar kir. Di daxwiyaniyê de wiha hat gotin; " Em nerazîbûn li hemberî vê yekê nîşan didin û bi tundî şermezar dikin.” Hikûmeta Kurd ragihand ku ew qebûl nakin ku tu hêz ji nava xaka wan êrişê welatek din bikin.

HRKê di daxuyaniyekê ragihandibû, ku gerîllayên wan çalakî ji bo bîranîna endamê PJAKê Husên Xizrî ku hat darvekirin û li dijî zextên rejîma Îranê yên li ser gelê kurd wekî çalakiyek bersivdanê pêk anîne.



Hikûmeta Herêma Kurdistanê dîsa li hemberî êrişên artêşa Tirk û Îranê ya li ser Başûrê Kurdistanê bêdeng ma. Hêjayê gotinê ye ku hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî darvekirina ciwanên Kurd ên li Îranê hatin darvekirin jî bêdeng mabû.
Category: Welatê me | Views: 333 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]