KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 24/05/15
Main » 2010 » eylûl/rezber » 16 » Ji ber kuştinê jineke din a Kurd li ber cezayê bidarvekirinê ye
12:13
Ji ber kuştinê jineke din a Kurd li ber cezayê bidarvekirinê ye
Rejîma Îranê cezayê bidarvekirinê daye jina kurd ya bi nave Mohêbet Mehmûdî ya di girtîgeha Urmiyeyê de ye.

Hat ragihandin ku Mohêbet Mehmûdî ya di girtîgeha Urmiyeyê de bi Rêxistina Mafên mirovan ya Kurdistanê re ketiye têkiliyê û diyar kiriye ku cezayê bi darvekirinê li wê hatiye birîn. Hat diyarkirin ku Mehmûdî daxwaza parêzerek kiriye û ji rêxistinên mafên mirovan xwestiye ku jibo berdana wê bikevin liv û tevgerê.

Mohêbet Mehmûdî bi hiceta di sala 2000 zilamê ku dixwest dest biavêje wê kuştiye hatibû girtin. Ev demeke dirêje di girtîgeha Urmiyeyê de ye. Piştî 9 salan cezayê bidarvekirinêli  Mehmûdî hatiye birrîn.
Category: Welatê me | Views: 380 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]