KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 24/05/15
Main » 2010 » eylûl/rezber » 5 » Ji bo cara yekemîn: Tîma Duhokê a fûtbolê bû şamyonê Îraqê
15:14
Ji bo cara yekemîn: Tîma Duhokê a fûtbolê bû şamyonê Îraqê
Piştî ku Tîma Duhokê doh êvarê di lîstika dawîn de li stadyuma "Gel" ya Bexdayê karî 1-0 tîma "Telebeyê" têk bide, bo cara yekê di dîroka xwe de Tîma Dihokê karî şampiyona lîga bêhempa ya futbola Iraqê bi dest bixe.

Şeva bihurî di lîstika dawî ya lîga bêhempa ya futbola Iraqê de herdu tîmên Dihok û Telebeyê bi amadebûna alîgirên zê de li ser Stadyuma Gelê ya li bajarê Bexdayê rûbirûyê hevdu bûn. Di encama lîstikê de Tîma Dihokê bo cara yekê di dîroka xwe de karî şampiyona lîga bêhempa ya futbola Iraqê bi dest bixe.

Di deqeya 83’ê ya lîstikê de, gola tîma Dihokê Xalîd Muşîr avêt û piştî lîstikê jî heman lîstikvanî kupaya lîga Iraqê bilind kir.

Piştî dawiya lîstikê akinciyên bajarê Dihokê aheng girtin û heta serê sibehê serkeftina Tîma Dihokê pîroz kirin.

Category: Cîhan | Views: 294 | Added by: KDoz | Tags: Îraq, Duhok | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]