KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » hizêran/pûşper » 24 » Ji helbestên Cegerxwîn filmê Gel(ek) hate kişandin
17:11
Ji helbestên Cegerxwîn filmê Gel(ek) hate kişandin
Li Tirkiyeyê kişandina kurtefilma bi navê "Gel(ek)” qediya. Film dê di meha îlonê de ji bo mîhrîcanên filman ên navneteweyî re bê şandin. Di filmê Gel(ek) ku ji hêla Kolektîfa Sînemayê Film Cînear ve hatiye kişandin de 5 karakterên bingehîn ên wekî helbestvan, dayik, zarok, bav û xal hene. Di kişandina film de gundiyên "Kaniya Ereba" ya Amedê wekî karakterên alîkar piştgirî dane.

Kişandina filmê ku 3 rojan ajot ji aliyê senarîstan Arîn Arjen û Sedat Bariş ve hatiye nivîsandin, derhêneriya dîtbariyê jî Kenan Solmaz kiriye. Derbarê filmê ku dihat payîn 16 xulekî be, senarîst Arîn Arjen agahî dan, diyar kir ku ji bilî kêmasiyên teknîkî, tu pirsgirêk derneketiye pêşiya wan. Arjen got:

"Kêmasiyên teknîkî ji ber butçeya me ya kêm bû. Kişandina wê dê heta mehekê bi dawî bibe. Armanca me ew e ku em piştî îlonê beşdarî festîvalên filman ên navneteweyî bibin.”
Arjen ku diyar kir wan di fîlmê de helbestên helbestvanê navdar ê kurd Cegerxwîn bi kar anine, got ku wan film diyariye Cegerxwîn kirine.
Category: Berhem | Views: 569 | Added by: Azad2009 | Tags: Cegerxwîn, film, Amed, Helbest | Rating: 5.0/1
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]