KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

sêşeme, 24/05/07
Main » 2011 » gulan » 2 » Ji partiyên Kurd peyama 'Yekitiya Neteweyî'
22:08
Ji partiyên Kurd peyama 'Yekitiya Neteweyî'
Partiyên kurdan ên li Bakûrê Kurdistanê BDP, HAKPAR û KADEP ên ku ji bo xurtkirina yekîtiya neteweyî ji bo hilbijartinê xebata hevpar dikin, ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd jî bi 7 xalan biryara xebata bi hev re, girtin. Serokê Giştî yê HAKPAR'ê Bayram Bozyel diyar kir ku gelê Kurd li dijî polîtîkayên zilmê û pêkutiyan her car li ber xwe daye û ji bo parastina rûmeta xwe ya neteweyî jî, bi bawerî û bi biryarî têkoşiya ye û ji ber vê yekê gelek bedêl jî daye.

Beriya hilbijartinên 12'ê Hezîranê partiyên kurdan di çarçoveya xebatên yekîtiya neteweyî de biryara xebatên hevpar girtin. Der barê mijarê de, li Salona Resepsiyonê ya Sumerparkê daxuyanî hate dayîn.

Hevseroka Giştî ya BDP'ê Fîlîz Koçalî, Serokê Giştî yê HAKPAR'ê Bayram Bozyel û Cîgirê Serokê Giştî yê KADEP'ê Lutfî Baksî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî ji aliyê Bayram Bozyel ve hat xwendin. Bozyel got ku ji avabûna komarê heta niha, gelê Kurd li ser axa xwe ji hemû mafên mirovî û neteweyî bêpar hatiye hiştin. Bozyel daxuyand ku di heman demê de gelê kurd bi her awayî rastî pêkutiyan hatiye, êşên mezin kişandiye, lê li gel van polîtîkayan gelê kurd jî her carê li ber xwe daye û ji bo parastina rûmeta xwe, bi bawerî û bi biryarî têkoşiyaye, ji ber vê yekê gelek bedêl jî daye.

Bozyel da zanîn ku di encama vê berxwedanê de polîtîkayên zilmê bê encam mane û dewletê tiştek bi dest nexistiye. Bozyel diyar kir ku di vê pêvajoyê de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd şert û merc bêhtir musaît e û ji bo ku ev derfet baş bên nirxandin jî, pêwîstiya xebata pevpar a hêzên demokratîk ên kurdan jî heye.

JI BO ÇARESERIYA PIRSGIRÊKA KURD A DEMOKRATÎK, 7 XALÊN ESASÎ

Bozyel got ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a aştiyane, demokratîk û wekhev, ev biryar girtine:

* Amedekirina makeqanûneke ku nasnemaya kurdan nas dike û mafên xwerêvebirina kurdan misoger dike,

* Kurdî wekî zimanê perwerdehiyê bê qebûlkirin û li qada cemaweriyê de bi awayeke serbest bê bikaranîn,

* Kurd bikaribin bi nasnameya xwe ya xweser xwe birêxistin bikin û bi awayeke azad tevli pêvajoya siyasî bibin,

* Hemû girtiyên siyasî bên berdan,

* Hêzên mîlîter ên li herêmê, bên rakirin û cerdevanî bê rakirin,

* Benda hilbijartinê bê rakirin,

* Ji bo ronîkirin û hesab pirsîna cînayetên li dijî kurdan ên ku di paşerojê de pêk hatine û sûcên hatine kirin, me biryara xebata bi hev re, girtiye."

Bozyel axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Partiya me ji bo hêzên demokratîk ên kurdan ên neteweyî yêkitiya xwe pêk bînin û di pêvajoya hilbijartinê de xebata hevpar bikin, dê ji bo yekîtiya neteweyî ya kurdan bikeve nava hewldanan."
Category: Welatê me | Views: 486 | Added by: KDoz | Rating: 5.0/1
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]