KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

çarşeme, 24/05/15
Main » 2010 » eylûl/rezber » 20 » Ji tirsa bavê xwe zarokekî li Kelarê xwe kuşt
17:32
Ji tirsa bavê xwe zarokekî li Kelarê xwe kuşt
Piştî ku bavê wî gefa kuştinê li wî xwariye ku eger ew di ezmûna qonaxa duyê de sernekeve, zarokekî 13 salî li ser bane mala xwe, xwe bi darvekir.

Li taxa bingirdê ya bajaroka Kelarê, bavê zarokekî 13 salî yê bi navê Adil M. gef li wî xwariye ku eger ew ezmûna qonaxa duyê de sernekeve.

Şahîdekî nêzî bûyerê ji Warvînê re ragihand ku ew zarok çûye ser banê mala xwe û xwe bi benekê daleqandiye.

Cîranekî wê malê jî ku xwe wek mamoste Hêmin da nasîn, ji got: "Piştî ku ew zork di ezmûnên qonaxa yekem de serneket, bo xula duyemîn ma. Bavê wî jî li ser wê yekê gefa kuştinê li wî xwar. Adil di ezmûna qonaxa duyem de jî serneket. Lewra wî ji tirsa gefa bavê xwe, xwe daleqand.”

Bavê wî zarokê jî ji wê rojnamê re got: "Min gefa kuştinê li wî nexweriye. Çimkî kesek nikare gefa kuştinê li zarokê xwe bixwe. Min ji wî re got, eger tu dernekevî ez ê li te bidim. Min wî ji hemû zarokên xwe zêdetir hez dikir. Mixabin bo cara dawî min ew maç nekir.”

Category: Welatê me | Views: 424 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]