KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » tîrmeh/temûz » 4 » Ji welatê başûrê Asyayê bo Kurdan silav û piştgirî Hene!
17:54
Ji welatê başûrê Asyayê bo Kurdan silav û piştgirî Hene!
Endamê Polîtburoya Partiya Komunîst a Nepalê (NKP-Maoîst) Indara Basanta, tecrubeyên welatê xwe û yên navneteweyî vegotin, bal kişand ser girîngiya piştevaniya gelên bindest û got: "Agahiya me ji tekoşîna gelê Kurd heye. Em dizanin ku ji bo mafên xwe yên neteweyî tekoşînê didin û em piştgiriyê didin têkoşîna wan."

 

Partiya Komunîst a Nepalê (NKP-Maoist), bi têkoşîna xwe rejîma qiraltiyê hilweşandin û piştî rejîma qraltiyê hilweşiya di meclîsa ku ji bo avakirina welat hatibû avakirin de cih girtin û balkişandin ser têkoşîna sosyalîst a hat dayîn. Li Nepalê di navbera Gerîlayên Maoîst û hikumetê de şerê çekdarî didome. Endamê Polîtburoya Partiya Komunîst a Nepal (NKP-Maoîst) Îndara Basanta ku bo 6 mîn Forma Civaka Ewrûpa hate Tirkiyê nêrînên xwe yên derbarê welatê xwe, tekoşînên cihanê û Kurdan de anîn ziman.

 

Basanta, bibîrxist ku welatê wan pir hejar e û di jêr zilma dewletên emperyalîst de ye. Basanta, bi lêv kir ku dehan sal in ji bo şoreşeke demokratîk şerê gel didin meşandin û wiha axifî: "Şerên li welatên din û welatê me tê dayîn li hemberî dijminê hevpar emperyalizmê tê kirin. Li Nepalê qiraltî hilweşiya lê emperyalîzm hê hilneweşiya ye û li ser piya ye."

 

Basanta, nerînên xwe yên derbarê tekoşîna hevpar de jî wiha anîn ziman: "Ez Serokê PKKê Abdullah Ocalan dizanim. Ez dizanim ew di girtîgehê de ye. Ez têkoşîna wî ji bo gelê Kurd jî dizanim. Em piştgiriyê didin têkoşîna wî ya ji bo gelên bindest û ji bo neteweya wî. Dema carekê gel rabûn ser pê dê dawiya wê bê. Divê gelên bindest ceribandinên xwe bi hev re parve bikin. Parvekirina wa pir girîng e. Ji ber ku tekoşînên hemûyan cuda ne. Aliyên tekoşîna me yên wekhev û cuda hene. Loma divê gelên bindest her tim piştgiriyê bidin hev."


DÎHA, Ajansa nûçeyan a Dicle

Category: Welatê me | Views: 407 | Added by: Azad2009 | Tags: PKK, Nepal, Kurdistan, Piştgirî | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]