KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

sêşeme, 24/05/07
Main » 2011 » gulan » 19 » Ji zarakên Kurd bo NY banga: Em zimanê xwe dixwazin
20:26
Ji zarakên Kurd bo NY banga: Em zimanê xwe dixwazin
Zarokên Kurd ên li Swîsreyê di çarçoveya çalakiyên Roja Zimanê Kurdî de, li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê çalakiyek li dar xistin. Piştî çalakiyê zarokên Kurd dosyayek ji daxwazên perwerdeya bi zimanê zikmakî, serbestberdana zarokên girtî pêşkêşî NY kirin û ji NY xwestin ku bi awayek ciddîtir nêzî pirsgirêkên Kurd bibin.

Di çarçoveya çalakiyên ji bo Cejna Zimanê Kurd li ber avahiya NY a li bajarê Cenevreya Swîsreyê çalakiyek hat lidarxistin. Zarokên Kurd ên li ku li ber avahiya NY çalakî pêk anîn pankartên li ser "Dibistana Kurdî”, "Perwerdeya bi Kurdî dixwazim” "Zimanê me Rûmeta me ye”, " Bes e ji bo kuştina zarokan li Kurdistanê” nivîsandî û alên KCK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin. Berdevkê YEK-MAL’ê Hesen Huseyîn Deniz daxuyanî xwend. Deniz bal kişand ser bûyerên di van demên dawiyê de li bajarên Kurdan diqewimin û bal kişand ku di êrişan de polîs zarok dikin hedef û zarokan dikujin. Deniz bi bîr xist ku gelek zarokên Kurd di girtîgehan de ne û xwest serbest bên berdan. Deniz xwest ku astentiyên li pêşiya Zimanê Kurdî bên rakirin, her wiha zimanê Kurdî di çarçoveya zagonan de bê mîsogerkirin, divê NY divî warî de pêngavên ciddî biavêje.

Her wiha daxuyaniyên ku bi Fransî û Elmanî hatibûn nivîsandin ku heman daxwaz têde hebûn ji aliyê zarokên Kurd ve hatin xwendin. Berdevkê YEK-MAL’ê Deniz, Alîkarê Serokê Navenda Mafê Mirovan a Kurd a li Swîsreyê Ali Gurgoz û komek zarok dosyaya ji daxwazên Kurdistaniyan pêk dihat radestê NY kirin.
Category: Welatê me | Views: 558 | Added by: KDoz | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]