KurdDOZ: geryanek ji nûçeyan

yekşeme, 24/05/19
Main » 2010 » cotmeh/kewçêr » 27 » Jinek Kurd bû sekretera giştî a "Lîjneya Jinên Ereb"
16:47
Jinek Kurd bû sekretera giştî a "Lîjneya Jinên Ereb"
Di hilbijartina doh de, a "Civaka Welatên Erebî", ku li Misrê bi rê ve çû, jina Kurd, wezîra jîngehê a Iraqê, Nermîn Osman, wek sekretera giştî a Lîjneya Jinên Ereb hate hilbijartin.

Nermîn Osmanê di vê mijarê de ji malpera  Warvînê re got: "Ez ji aliyê wezareta karûbarê civakî a Iraqê ve bo namzetiya wê postê hatim destnîşankirin.”

Sekretera Lîjneya Jinên Ereb Nermîn Osman her wiha got: "Ez ê hewil bidin di van du salan de, zêdetirîn û baştirîn sûdê bigihînim jinên kurd jî.”

Erka wê lîjneyê bilindkirina asta jinên welatên ereb e. Ew jî bi riya vekirina xul, workshop û piştevanîkirina wan di beşdarîkirinê di projeyên aborî û bazirganiyê de.

Lîjneya Jinên Ereb beşek e ji Civaka Welatên Ereb û her du salan carekê sekretera xwe ji nû ve hildibijêre û îsal wezîra kurda a hikûmeta Iraqê Nermîn Osman bi sekretera giştî a wê lîneyê hate hilbijartin.

Category: Welatê me | Views: 365 | Added by: KDoz | Tags: Nermîn Osman, Misir, Kurd, Osman, Jin | Rating: 0.0/0
Total comments: 0
Only registered users can add comments.
[ Registration | Login ]